‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê

img
ANTALYA – HDP’iyan ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ derbasî Antalyayê kirin û bi civîneke çapameniyê starta xebatên xwe dan. Endamê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Erol Katircioglû, diyar kir ku Antalya navenda aboriya Tirkiyeyê ye û dê pirsgirêkên Antalyayê bibin meclisê.
 
‘Hevdîtinên Nan û Kar’ ku ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê ve hatibû destpêkirin, li Antalyayê berdewam kir. Endamên komîsyonê di meha çileyê de starta hevdîtinan li Amedê dabûn û piştre li Wan, Îzmîr, Mersîn, Artvînê hevdîtinan pêk anîbûn. Herî dawî jî endamên komîsyonê hatin Antalyayê û li otelekê bernameya xwe ya bajar aşkera kirin. 
 
BEŞDARÎN CIVÎNÊ
 
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Hevserokên HDP’ê yên Antalyayê Muhsîn Taşar û Remziye Zengîn tevlî civînê bûn. 
 
WÊ BI KEDKARAN RE BÊN GELHEV
 
Parlamenter Katircioglû, axaftin kir û derbarê bernameya wan a bajar agahî dan. Katircioglû, diyar kir ku wê li xebatkar û kargehên otel û turîzmê, kedkarên cafe, bar, hunermendên herêmî, esnaf, cotkar, jin, ciwanan re bên gelhev û pirsgirêkên wan guhdar bikin û ji bo pêşniyarên çareseriyê  bi hev re tevbigerin. 
 
'AKP NIKARE WELAT BI RÊ VE BIBI’
 
Di berdewamê de Katircioglû, da zanîn ku polîtîkayên AKP’ê bûn sedem ku li her qadê qrîz derkeve û ev tişt gotin: “Bi taybetî di dema pandemiyê de hatiye wê rewşê ku nikare welat bi rê ve bibe. Sermiyan di vê pêvajoyê de navendî bû û esnafên biçûk top avêtin. Antalya tenê ne bajareke di heman demê de navenda aboriya Tirkiyeyê ye. Em ê pirsgirêkên li Antalyayê bibin rojevê meclisê.”
 
DEST BI SERDANAN KIRIN
 
Piştî civînê heyeta HDP’ê bi serdana Odeya Esnaf û Seneekaran a Antalyayê dest bi hevdîtinên xwe yên li bajar kir. Piştre jî heyet serdana esnafên Kaleîçî kir. Wê heyet serdana xebatkarên bar û Cafeyan, Egîtîm Sen, SES û Tum Bel Senê jî bike.