'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'

img

RIHA - Li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê, keda hemalan tê xwarin. Hemal Omer Çakmak behsa şert û mercên kar kirin û got: "Li ber çavê civakê em ne tiştek in, ji ber ku em hemal in."  

Li Rihayê kesên kar û barek wan tune ye em karên demsalî dikin û ji bo vê berê xwe didin bajarine din an jî li bajêr hemaltiyê dikin. Hemalên ku li Bazara Genim a Îmam Keskîn û sîteya Zexîrevanan a Rihayê dixebitin, behsa şert û mercên tê de ne kirin.
 
Bavê 4 zarokan Omer Çakmak, li Bazara Genim a Îmam Keskîn hemaltiyê dike. Çakmak, anî ziman ku 25 sal in hemaltiyê dike û nikare debara xwe bike. Çakmak ku bêsîgorte tê xebitandin got: "Em malê TIR'ekê bi 50-60 lîreyî dadixin û bar dikin. Heger destê min an jî nigê min têkeve ber makîneyê, ez ê perîşan bibim. Dê kes li min miqate nebe, dê ferq nekin ku nigê min jê bûye jî. Qîmetê nadin me. Karê wan tune be, dê nehêlin em bên vir jî." 
 
KAREKÎ BÊSÎGORTE 
 
Çakmak, diyar kir ku roj heye xwarinê jî naxwin û car heye tenê bi durûmekê zikê xwe têr dikin û got: "Niha hevjîna min û zarokên min tevrika pembo dikin. Zarokek min 12 salî û yek jê jî 14 salî ye. Her du jî dixebitin. Min dixwest karekî min ê bisîgorte hebûna. Qîmetê nadin me. Gava karê vir biqede, em diçin karê demsalî dikin. Em ji heftê sibehê heya dehê êvarî dixebitin. Car heye zarokên xwe nabînim. 8 sal berê li Ofîsa Zexîre destê min ket ber makîneyê. Kesî li halê min nepirsî. Li ber çavê civakê em ne tiştek in, em nayên dîtin ji ber ku em hemal in." 
 
ŞERT Û MERCÊN KAR
 
Bavê 4 zarokan Ramazan Temellî jî 20 sal in li heman bazarê hemaltiyê dike. Temellî, anî ziman ku ji xeynî hemaltiyê karekî ku bike tune ye û bêsîgorte tê şixulandin. Temellî, diyar kir ku karê wan karekî zehmet e û bi ser de jî gava dinya germ be hîn bêtir zehmet dibe. Temellî, bilêv kir ku hemaltî karê rojane ye û got: "Em bi awayekî debara xwe dikin. Meaşekî sabît ê vî karî tune ye. Carinan yewmiye bi 100 lîreyî ye. Em rojane dixebitin. Car heye em hefteyekê betal dimînin. Karê me girêdayî paleyiya zad e. Min jî dixwest karekî min ê bisîgorte hebûna. Saeta karê me nediyar e. Car heye em heya yekê şevê dixebitin. Her sal 50 qurîş li meaşê me tê zêdekirin. Em tonek zad bi 4 lîre û nîvan vala dikin û bi 5 lîreyan jî bar dikin." 
 
Temellî, da zanîn ku li bazarê 150 hemal hene û gava dibe zivistan karine din dikin. Temellî, diyar kir ku di dema pandemiyê de jî xebitiye lê tu alîkariyeke dewletê negihaştiye wî. 
 
Muslum Agaoglû jî diyar kir ku karê ku dikin karekî pir zehmet e. Agaoglû, destnîşan kir ku her sal fiyetê ceh û genim du qat zêde dibe û got: "Lê heqdeta me wek xwe ye. Em ev qasî dixebitin, lê dîsa jî heqê keda me nadin me. Bila heqê me nexwin." 
 
MA / Bariş Polat