Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû

img

WAN - Ji ber hişkesaliyê bihayê giyayên ku dixin nav penêrê Wanê û tamê didiyê jî zêde bû. 

Hişkesaliyê bandoreke mezin li bajarên Bakurê Kurdistanê ku pêwîstiya dexl ji vir tê pêşwazîkirin kir. Ji ber kêm barîna baranê, ji niha ve gelek zeviyên çandiniyê hişk bûn. Hin giyayên ji bo xwarinê tên bikaranîn jî, nesîbê xwe ji hişkesaliyê girtin. Hişkesaliyê bandor li giyayên weke sîrik, mendê û helizê jî ku di çêkirina penêrê Wanê de tên bikaranîn, kir. Giyayên ku li cihê bilind şîn dibin, îsal li gelek cihan şîn nebûn. Ji ber vê yekê hem bihayê giya, hem jî yê penêr zêde bûn. Bihayê penêrê ku par di navbera 25 û 40 lîreyî de dihat firotin ji sedî 30, giyayên ku di navbera 5 û 10 lîreyan de dihatin firotin jî, ji sedî 50 biha bûn. 
 
BIHA DU QAT ZEDE BÛN
 
Kerem Tîmûr ê li navenda bajêr sîrikê difiroşe, diyar kir ku giyayê ku par bi 5 lîreyan difirot, bûye 10 lîre. Tîmûr, da zanîn ku sîrik ji bo nexweşiya şekir, rûvî û mîde jî başe û wiha got: “Sîrik li çiyayên Wan û Colemêrgê şîn dibe. Giyayekî vê heremê yê binav û deng e û tenê ji bo penîr tê bikaranîn. Ji ber hişkesaliya îsal pêk hat ev giya li hin herêman şîn bûn. Ji ber ku gelek kêm e, bihayê wê jî li gorî wê bilind dibe. Ligel bihabûnê jî gel dikire.”
 
BANDORA HIŞKESALIYÊ
 
Mûstafa Gîrgîn ê li çoltera navçeya Ebexê pincara penêr berhev dike û difiroşe jî, anî ziman ku hişkesaliyê bandor li bihabûna giya kir û wiha got: “Ez her sal vî demî li navenda bajar pincarê difiroşim. Hemû pincara ku em difiroşin ji bo Waniyan jêveneger e. Lê îsal pir biha ne. Ji ber ku hişkesalî heye û li gelek kêm cihan şîn dibin. Pincarê ku me par difirot, îsal em du qet difiroşin.”
 
WÊ BIHAYE PENÊR ZÊDE BIBE
 
Şahyedîn Şermûk ê li tezgahên ku giya lê tên firotin digere jî, ji bihabûna giya gazin kirin. Şermûk, destnîşan kir ku bi bihabûna giyayan wê bihayê penêr jî zêde bibe û wiha axivî: “Sîrik ji zozanên bilind tê. Îsal ji ber hişkesaliyê qasî ku tune ye kêm e. Hema bêje bihayê penîr ê niha û kîloyeke giya bi heman bihayî tê firotin. Wisa xuya dike ku wê îsal penîrê bigiya wê pir biha be.”
 
MA / Bariş Donmez