Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da

img

MÊRDÎN - Li Navçeya Artuklu ya Mêrdînê karker Cuma Taş ê ji înşaetê ket xwar, jiyana xwe ji dest da. 

 
Karker Cuma Taş ê li taxa Yenîşehir a Navçeya Artuklu ya Mêrdinê ji înşaetê ket xwar, jiyana xwe ji dest da. Piştî yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerdê, cenazeyê Taş rakirin morga Nexweşxaneya Dewlete ya Mêrdînê. Şeniyên taxê anîn ziman ku rayedarên înşaetê ji ber tedbîr negirtine, karker ji înşaetê ketiye xwar. Hat diyar kirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.