Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin

img
MERSÎN – Karkerê Şaredariya Akdenîzê Alî Çat ku ji ber mobînga şaredarê AKP’î duh hewl dabû întihar bike, şaredariyê wî bi Kod 29’ê ji kar derxist.
 
Karkerê Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê Alî Çat ku ji ber mobînga şaredarê AKP’î duh hewl dabû întihar bike, şaredariyê wî bi Kod 29’ê ji kar derxist. Çat, weke sedem ji bo hewldana xwe ya întiharê hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Şaredar Mûstafa Aslan re nîşan da. 
 
2 SALAN DE 40 KARKER HATINE DERXISTIN
 
Çat, da zanîn ku piştî şaredarî ketiye destê AKP’ê zextên li şaredariyê yên li dijî karkeran zêde bûne û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Li xwe nekirine kincên şaredariyê jî dibe sedema derketina ji kar. Şaredarî her xebatkarekî kincekî dide. Kinc di nav rojê de qirêjî dibe û mirov neçar dimîne ku biguherîne. Dema ku em li xwe nekin girtekê digirin. Dema ku em vê tînin ziman sirgûnî beşa paqijiyê tên kirin û bi Kod-29’ê ji kar tên avêtin. Di 2 salan de 40-50 karker ji ber van zextan ji derketin û bi Kod-29’ê ji hatin derxistin.”
 
DANE BINÇAVKIRIN
 
Di berdewamê de Çat, destnîşan kir ku ji ber parvekirina wî ya têkildarî malbata kurd ku li Mersînê êriş lê hatibû kirin cihê wî yê kar hatiye guhertin û ev tişt anîn ziman: “Rojek piştî vê parvekirina min cihê min ê kar guhertin û şandin beşa paqijiyê. Dema min sedemê pirsî ji min gotin, ‘biryar ji meqam hatiye’. Ji ber nîqaşa min a ji ber guhertina cihê min a bi Midurê Karên Fenê re hatim binçavkirin. Herî dawî çûm cem Alîkarê Şaredar Mûstafa Aslan û qet muxatan nehatim girtin. Gazî polisan kir û hewl da min binçav bike. Li ser vê min hewl da întihar bikim. Bi Kod-29’ê dixwazin hemû mafên me ji me bigirin. Ji bo girtina mafê xwe ez têbikoşim. Bang li raya giştî dikim ku li karkeran xwedî derkevin.”
 
MA / Ömer Akın