Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin

img

RIHA - Cotkarên Rihayê îsal ji ber hişkesaliyê dê 2 mîlyon dolim zeviya ku çandine nikaribin biçinin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Abdullah Melîk, xwest dewlet 2022'an de tov û gubre bê pere li cotkaran belav bike. 

 
Îsal wekî her derê Tirkiyeyê, li Rihayê jî hişkesalî cotkar perîşan kirine. Ji ber hişkesaliyê cotkar nikarin zeviyên çandine, biçinin. Zeviyên çandiniyê bêyî ku ber bigire hişk  bûn. Demsala bihara 2021'an ji ber zuha derbas bû, gelek zeviyên çandiniyê hişk bûn. Li gorî lêkolîn û daneyan, cotkarên Rihayê dê nikaribin 2 milyon dolim zeviyên ku çandibûn biçinin. Li gorî daneyên Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê (ZMO) , di sala 2021'an de ji ber hişkesaliyê cotkar dê nikaribin 2 milyon dolim zevî biçinin. 
 
Têkildarî mijarê Serokê Şaxa ZMO ya Rihayê Abdullah Melik, bal kişand ser encama hişkesaliyê û wiha got: "Tu carî hikûmetan li ser pêşerojê polîtika ava nekirin. Wezîrek tê projeyekê amade dike û diçe. Ji partiyek din wezirekî din tê, projeya berê betal dike û projeyek din ji nûve ava dike. Yek çedike yê din xera dike. Divê di encamê de projeyek neteweyî hebe. Divê projeyên Wezareta Çandiniyê yên 50-100 sal emir dirêj hebin. Projeyên dem kin û dem dirêj hene û diyar in. Mînak Projeya Anatoliya Başûrê Rojhilat (GAP) di sala 1989'an de dest pê kir û 32 sal in hêj bi dawî nebûye. Îro ji sedî 74'ê enerjiyê û ji sedî 54 rêjeya avdaniyê ji GAP'ê temîn dikin.  Heta niha nêzî 40 milyar dolar pere ji GAP'ê qezenç kirin. Lê ev pereyên ku qezenç kirin li avakirina GAP'ê xerç  nekirin. Ku qezença GAP'ê li avakirin û temamkirina GAP’ê xerç kiribûna niha avakirina GAP’ê zûde qediya bûya. Dê niha 1 milyon 800 hezar hektar zevî bi GAP'ê bihata avdan. Wê demê dê zuhayî nebûya. 
 
JI SEDÎ 80-85 BEREKETA ÇANDINIYAN KÊM BÛ 
 
Melîk, anî ziman ku cotkarên Rihayê li 3 mîlyon dolim zevî kirine genim. Li qada 3 mîlyon zeviya genim, 2 mîlyon dolimê li zeviyên avdayî û 1 milyon dolim jî li zeviyê zuha ne. Îsal ji ber hişkesaliyê genim ne seridî û ber negirt. Ji sedî 70 nikarin berhem bigirin. Dîsa ceh jî bi heman rengî ye. Nêzî 1 mîlyon dolim zeviyên ceh qilaç e. Ceh jî ber negirt û neseridî. Cotkar bêyî biçinin zeviyên xwe cot kirin. Ji sedî 85 ceh nehat çinîn. Li Tirkiyeyê pêdiviya nîskan ji sedî 37 li Rihayê têne çandin û pêşwazîkirin. 1 mîlyon û 100 hezar dolim zeviyên nîska heye. Nêzî 800 hezar dolim li zeviyê zuha tê çandin. Nêzî 300 hezar dolim jî avî ye. Li 800 hezar dolim zeviyên zuha isal ji sedî 80-85'ê ber û bereketa wî kêm e. Cotkar ketin bin deynan. Bi deyn gubre, tov, îlac û mazot kirîn. Lê berhemê xwe kom nekirin  û nikarin deynê xwe bidin. 
 
DIVÊ QADA AFETÊ ÎLAN BIKIN
 
Melîk, xwest Rihayê û bajarên herêmê wekî qada AFET'ê îlan bikin û alîkarî bi cotkarên mexdûr bûne re bê kirin. Divê deynê Odeya Çandiniyê û Kooperatifa Çandinî û Krediyan bê betalkirin. Dîsa divê dewlet gubre û tovê 2022'an belaş bide cotkaran. 
 
MA / Lezgîn Tekay