Quşxane bi deynan dikele

img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji ber xizaniyê hin jin kartonan berhev dikin, hin jê tenê debara xwe bi meaşê extiyariyê dikin û hin jê jî li nav erdan dixebitin. Jinan got: "Quşxaneyên me bi berên ku em bi deyn distînin dikelin." 
 
Li Tirkiyeyê her diçe xizanî kûrtir dibe. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike, bi taybetî jî di dema pandemiyê de. Li Mêrsînê ji ber xizaniyê hin jin kartonan berhev dikin, hin jê tenê debara xwe bi meaşê extiyariyê dikin û hin jê jî li nav erdan dixebitin.
 
KARTONAN BERHEV DIKIN 
 
Li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê Şenay Guçlu ya 52 salî ku bi tena serê xwe dimîne, bi kartonan debara xwe dike. Guçlu, bi erebokeke destan şeveqê zû dadikeve kuçe û kolanên bajêr û karton, plastîk û amûrên din ên di konteyneran de û li derdorê berhev dike û wan difiroşe. 
 
Guçlu, bilêv kir ku hefteyê 180-200 lîre bi dest wê dikeve. Guçlu, anî ziman ku ji ber qedexeyên pandemiyê nikare bixebite û ji ber vê zehmetiyê dikişîne. 
 
MA HAYA WAN JI XIZANIYÊ HEYE? 
 
Guçlu, anî ziman ku qedexeya pandemiyê herî zêde bandor li xizanan kiriye. Guçlu got: "Ji ber qedexeyê nikarim biçim ser çopan. Ji ber vê nikarim qezenc bikim. Ji xeynî berhevkirina çopan tu dahetek min tune ye. Gava pere tune be tu nikarî biçî marketê jî. Gava diçim ser çopan, qet nebe heqê nanê min bi dest min dikeve. Ên wekî me gava neçin kar birçî dimînin. Ên ev qedexe ragihandin, ma haya wan ji me mirovên xizan heye? Meheke nikarim biçim marketê. Ê qedexe çi qasî bidome, nediyar e. Ji ber vê derûniya min xirab bûye." 
 
QUŞXANE BI DEYNAN DIKELE 
 
Sidika Bayik a 67 salî jî ku li navçeya Yenîşehîrê tevî hevjînê xwe di xaniyek netêkûz de dimîne. Hevjînê wê jî bi zorê dimeşe. Bayik, anî ziman ku bi meaşê extiyariyê debara xwe dikin. Bayik, diyar kir ku nexweşîna şekir û tansiyonê pê re heye. Bayik, destnîşan kir ku nikarin bi meaşê extyariyê debara xwe bikin û got: "30 sal berê me ev xênî stend. Ji xeynî vî xaniyî tiştekî me tune ye. Çoka hevjînê min nerihet e, ji ber vê bi zorê dimeşe. Lewma barê malê di stuyê min de ye. Heya niha tu kesî alîkariya me nekiriye. Quşxaneya me bi berên ku em bi deyn ji marketê tînin dikele." 
 
TOQA MALÊ DI STUYÊ WÊ DE YE 
 
Zeynep Elegaş a 54 salî ku karkera demsalî ye, bi tena serê xwe debara 7 zarokên xwe û hevjînê xwe yê nexweş dike. Elegaş, anî ziman ku li nav erd kerengan berhev dike û piştî ji kar tê karê malê jî dike. Elegaş, destnîşan kir ku qedexeya dawî barê jinan girantir kiriye û got: "Em serê sibehê saet di pêncan de diçin nav erd. Êvarî saet di şeşan de têm malê. Yewmiyeya me 90-100 lîre ye. Gava têm malê xwarinê çêdikim, cilan dişom, firaqan dişom û karên din ên malê dikim. Beriya pandemiyê du kurê min li Bodrûmê di otelekê de dixebitîn. Piştî her der hatin girtin, ew jî betal man. Niha toqa malê hemû di stuyê min de ye." 
 
MA / Esra Solîn Dal