Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin

img

EDENE - Karkerên di zeviyên pîvazan de di xebitin, ji ber ku hilberin di zeviyan de man, bi fikarin ku heqdestê wan neyê dayîn. Karkeran, bal kişandin ser rewşa xwe û gotin: “Ji serê sibê heya êvarî em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin.” 

Ligel biyara qedexeya derketina kolanan a di çarçoveyê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hat dayîn de jî, karkerên çandiniyê yên demsalî xebata xwe ya di zeviyan de dewam dikin. Malbatên ku debara xwe bi xebata di zeviyan de dikin, li navçeveyên Seyhan, Yuregîr, Yûmûrtalik û Karataş ên Edeneyê di konan de têkoşîna jiyanê didin. 
 
Ligel penaberên Sûriyeyî, welatiyên ji bajarên herêmê yên weke Şirnex, Amed, Riha û Hatayê hatine Çûkûrovayê, di nava şert û mercên zor û zehmet ên giran de jiyana xwe dewam dike. Karkerên ji Riha û Hatayê ji bo xebata zeviyên pîvazan hatin Edeneyê, rojê di zeviyên pîvazan û bi şev jî di konan de dimînin. 
 
Karkerên ku neçarin ligel rîska şewbê jî bixebitin û debara xwe bikin, beramberî 7 kîz pîvaz 65 lîreyan qezenc dikin. Lê 7 lîreyê vê qezencê jî, çawîş ji bo xwe digirin. Karkerên ku bi zarokên xwe re 12 saetan dixebitin, tenê saetekê bêhna xwe didin.
 
PÎVAZ DI ZEVIYAN DE MAN
 
Pîvazên îsal hatin kirin ên di ziviyan de man û nehatin firotin hem karker û hem jî berhemdêr mexdûr kirin.
 
Abdulkadîr Çigrayî, yê navbeynkariya karkeran dike, bal kişand seer rewşa xwe û wiha axivî: “Em berî mehekê hatin Edeneyê. Lê heya niha me karî em tenê 17 rojan bi xebitin. Ji ber qedexeya derketina kolanan, pîvaz nayin firotin. Niha pîvaz dibin zirarê de ye. Hin hilberîneran pîvazên xwe di zeviyan de hiştin. Ji ber vê yewmiya karkeran nehatiye derxistin.” 
 
Veysî Yalçin ê ku got ji Rihayê hatiye Edenê jî, da zanîn ku ew di konan de dimin û wiha got: “Em neçarin ku di kelegerma Edeneyê de bixebitin. Di zeviyan de, hin caran em birçî dimin, hin caran jî em têr dibin. Em beramberî 7 kîs pîvaz 58 lîreyan qezenc dikin. Ev yewmiya em qezenc dikin jî, piştî bi mehan digirin. Ger pîvaz neyin firotin, me nekarin heqdestê xwe bigirin. Di vî warî de gelek fikarên me hene.”
 
BARÊ JINAN 
 
Hûriye Yalçin a bi zarokên xwe re dixebite jî, wiha qala rewşa xwe kir: “Zarok hin çaran birçî dimînin. Zarokên me her tim dibin tavê de ne. Mîna em rezîl dibin. Em bi roj dibin tavê dene û bi şev jî di konan de ne. Hewa pir germe û mêş hene. Zarok pir diwestin. Ji ber vê serê sibe ji xewê şiyar navbin. Karê zeviyan pir zore.”
 
Hatûn Gokkirina jî, têkildarî ne firotina pîvazan gazincên xwe anî ziman û wiha bilêv kir: “Ji serê sibê heya êvarî em ked didin. Lê hemû pîvaz li erdê man. Di zeviyan de xebitîn pir zore. Em hem di zeviyan de û hem jî di konan de dixebitin. Li zarokên jî em mêze dikin. Zarokên me li şûna ku biçin dibistanan, di zeviyan de dixebitin. Dema ku nexweş dikevin, em nikarin wan bibin nexweşxaneyê. Ji serê sibê, heya êvarî em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin.”
 
MA / Hamdullah Kesen