Ji ber qedexeyê şitil riziyan

img
WAN - Ji ber qedexeya giştî, şitilên ku di mehên Nîsan û Gulanê de tên çandin, li ser dezgehan riziyan.
 
Ji ber pandemiyê şitilên ku li Wanê di mehên Nîsan û Gulanê de tên çandin, li ser dezgehan riziyan. Firoşkarên ku ji ber qedexeya giştî rastî demê şitil çandinê hatin û mexdûr bûn, diyar kirin ku ji sedî 80 zirar kirine.  
 
LI SER DEZGEHÊ RIZIYAN 
 
Îsmaîl Çinar ê bi salan şitilan difiroşe, diyar kir ku ji ber pandemiyê îsal zirarek mezin kirin û mecbûr man ku şitilên di destê wan de riziyan biavêjin çopî. Çinar, anî ziman ku ji ber mirov dernakevin derve nikarin şitilan bifiroşin û wiha got: “Em ji meha Nîsanê heta meha Gulanê li vir şitilan difiroşin. Dema zêdebûna kar rastî pandemiyê hat. Di saetên serê sibê dezgeha xwe datînim, lê kar tune ye. Dema mirov ji gundan jî neyên bajêr, şitil li ser dezgehan dirizin. Qedexeya derketina derve herî zêde bandor li me kir. Jixwe li gelemperiya bajêr, bêkariyeke cidî heye. Niha li ser dezgeha min şitilên bacan, îsot, xiyar, bacanreşk û çîlek hene. Ligel vê tovên çandiniyê hene. Ev şitil ji me re ji navçeya Hawêl a Sêrtê, Antalya û Mêrsînê tên. Tov jî ji Bûrsayê tên. Me ji hemû berhemên ku kirîne zirar kirin.”
 
HEZAR LÎRE ZIRAR
 
Abdûlkerîm Laçîn jî, vegot ku weke berê nikarin şitilan bifiroşin û bi lêv kir ku şitilên di destên wan de riziyan. Laçîn, diyar kir ku mirov dernakevin derve û wiha axivî: “Ji navçe, tax û gundan kes nayê. Li kolanan tenê em hene. 3 sal in ez li van kolanan şitilan difiroşim. Sala par jî şewb hebû lê karê me baş bû. Îsal ji ber qedexeya giştî karê me nebaş in. Şitil di destê me de rizîn. Me vê hefteyê di navbera 500 û hezar lîre de zirar kir. Ez jî bi hêviya ku şitilên ne rizî ne û di destê me de mane bifiroşim li vir disekinim.”