Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê karkerên jin ên li baxçeyên narenciyeyê dixebitin, diyar kirin ku bi pandemiyê re şert û mercên wan ên xebatê girantir bûne. 

Çendî ku di çarçoveya tevdîrên li dijî şewba Covîd-19'ê de biryara qedexeya ji binî de hatibe girtin jî, ev yek ji bo karker û kedkaran nederbasdar e. Li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê li baxçeyên narenciyeyê gelek karker dixebitin. Piraniya van karkeran ji Amed, Wan, Riha û Mêrdînê hatine û piraniya wan jî jin in. 
 
Karker ji bo debara xwe bikin serê sibehê saet di 4'an de dest bi kar dikin heya 4'ê êvarî dixebitin. Heqdesta wan a rojane jî 80-100 TL ye. 
 
Karkerên jin ku ji serê sibê heya êvarî li baxçeyên narenciyê dixebitin, diyar kirin ku gava diçin malê jî karê malê dikin. Karkeran destnîşan kir ku bi pandemiyê re varê wan du qat girantir bûye. 
 
‘TU QÎMETEKE CANÊ ME TUNE YE' 
 
Tarım işçisine kapanma olmadığını, çünkü canlarının hiçbir kıymetinin olmadığından yakınan 
 
Ayşe Aksay a 56 salî ku 10 sal in karkera çandiniyê ye, destnîşan kir ku tevdîrên tên girtin ji bo karkeran nederbasdar in, ji lew re tu qîmeteke canê karkeran tune ye. Aksay anî ziman ku bi rojî ye lê ji bo nan bibe malê ji bêgavî dixebite. Aksay, bilêv kir ku tevdîrên tên girtin ji bo karkeran nederbasdar in in û got: "Ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha em bênavber dixebitin. Em her sal li gor demsalan lîmon, mandalîna, xox hwd. berhev dikin. Karê me karekî zehmet e. Mesela em lîmonan berhev dikin. Striyên wan hene. Di destê me re radibin. Gava em wan dixin qaseyan jî, divê bên paqijkirin. Em havînê li ber tavê, zivistanê jî di bin baran de dixebitin. Tenê ji bo navrojê saetek me ya bêhnvedanê heye. Tew gava em diçin malê jî, em karê malê dikin. Em nekin em ê birçî bimînin. Em mecbûr in." 
 
‘NE HÊSAN E' 
 
Dayika 3 zarokan Saadet Kale ya 37 salî jî ku ji zarokatiya xwe ve li baxçeyên anrenciyeyê dixebite got: "Debarkirin ne hêsan e. Heger me karibûna debara xwe bikira, ma em dihatin vira. Ez hem heqê kirê didim hem jî zarokên xwe didim xwendin. Ji xeynî yewmiyeya me tu dahatek me tune ye. Daxwaza me tenê, karekî hîn biewle û ji bo zarokan pêşerojeke baş e." 
 
Kale, diyar kir ku piştî karê nav erd, vê carê jî karê malê dikin û got: "Gava em diçin malê jî xwarin, paqijî û serşûştina zarokan heye. Em li malê jî bêhna xwe venadin. Ê zêde tahbê dibînin tim jin in, lê keda wan jî nayê dîtin." 
 
‘ÊDÎ TU XEYALAN ÇÊNAKIM' 
 
M.E. ya 17 salî ku ji navçeya Şax a Wanê hatiye, anî ziman ku ji 12 saliya xw eve dixebite. M.E., diyar kir ku 9 xwişk û bira ne, lê ji ber ku rewşa wan a aborî nebaş e ji bêgavî dixebite. 
 
M.E., destnîşan kir ku li gund heya pola çaran xwendiye û piştî vê polê malbatê nehiştiye biçe li cihekî din bixwîne. M.E., da zanîn ku her sal ji bo kar tên Mêrsînê û got: "Berê min dixwest bibim mamoste. Lê êdî nadim dû wê xeyalê jî. Çimkî dizanim ê pêk neyê." 
 
M.E., anî ziman ku her roj saet di 4'ê sibehê de şiyar dibin û berê xwe didin nav erd û got: "Em êvarî saet di 4'an de dev ji kar berdidin. Heqdesta me jî 100 lîre ye. Tew car heye jê kêmtir e jî." 
 
30-35 KES LI HEMAN WESAYÎTÊ SIWAR DIBIN 
 
Zehra Erten ku tevî dostmam û pismamên xwe ji Wanê hatiye, bal kişand ser pirsgirêka çûnhatina nav erd. Erten got: "Em 30-35 kes li dolmîşekê siwar dibin. Car heye em bi ser hev de dikevin. Tu tevdîr nayên girtin. Maske tune ne. Em şerpeyên xwe yên ji bo xwe ji tavê biparêzin didin ber çavê xwe dikin maske. Lawabo jî tune ye. Car heya heya kar neqede û em neçin malê, em naçin lawaboyê. Ev bandorek nebaş li tenduristiya me dike. Havînan jî car heye ji ber tavê em ji ser hişê xw eve diçin. Pirsgirêkeke din jî car heye ji heqdesta me dibirin. Ev girêdayî wijdanê çawîş e. Em nikarin doza heqê xwe jî bikin. Me nedixwest em di vî halî de bin, lê em mecbûr in." 
 
Melîha Ovîz a 19 salî jî anî ziman ku 5 sal in vî karî dike. Ovîz, diyar kir ku ji ber rewşa aborî j bêgavî dev ji disbitanê berdaye. Ovîz ku ji zarokatiya xwe ve xwestiye bibe hemşîre got: "HEqê keda me bi dest me nakeve. Tu ewleyiyek tune ye. Gava qezayek çêbibe, em bi xwe heqê nexweşxaneyê didin. Ji ber em mecbûr in bixbitin, em dengê xwe nakin." 
 
MA / Esra Solîn Dal