Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin

img
ARTVÎN - Polîsan, 20 kesên ku xwestin li navçeyên Hopa û Borçka yên Artvînê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê derkevin derve, binçavkirin. 
 
Polîsan 20 kesên ku xwestin li Artvînê 1’ê Gulanê Roja Piştevaniya Karkeran a Navnetewî pîroz bikin binçav kirin. Li navçeya Borçkayê Serokê Şaxa Mala Gel (Halkevleri) ê Artvînê Dûrsûn Alî Koyûncû û rêveberên Mala Gel ên navçeya Borçkayê li pêş malên xwe hatin binçavkirin. Li navçeya Hopayê jî endamên Mala Gel, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Kolektîfên Xwendekaran û Komîteyê li pêş malên xwe bi erdê re hatin kişandin û wiha hatin binçavkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku piştî nexweşxaneyê wê kesên hatine binçavkirin ji bo îfadeyên wan bên wergirtin bibin Miduriyetên Polîsan ên Hopa û Borçkayê.