Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû

img
STENBOL – Bernameya 1’ê Gulanê ku dê îsal ji aliyê DîSK, KESK, TTB û TMMOB’ê ve bi dûrişmeya “Her roj 1’ê Gulanê, her der 1’ê Gulanê” bê pîrozkirin, diyar bû. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endesyarên Tirk (TMMOB), bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya 1’ê gulanê aşkera kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê pîrozbahiyê li gorî şertên pandemiyê bi dûrişmeya “Her roj 1’ê Gulanê, her der 1’ê Gulanê” li her çar aliyên welat bên kirin û ev tişt hat gotin: “Em ê li dijî pêkanînê ku li şûna çîna karker berjewendiyên sermeyadaran tên parastin dengê xwe bilind bikin.”
 
1’ê GULANÊ LI HER DERÊ YE
 
Hurgiliya bernameyê wiha ne: 
 
“ * Di 29’ê nîsanê roja pênçşemê saet di 11.00’an de li Taqsîmê bîranîn merasîma bîranînê bê lidarxistin. Ji bo qurbaniyên 1’ê gulanê merasîmên din ên bîranînê wê saet di 12.00’an de li Şîşhaneyê û saet di 13.30’an de jî li Kadikoyê pêk bên. 
 
* Di 29’ê nîsanê de roja pênçeşmê bi merasîma Taqsîmê re li her çar aliyên welat jî li kargeh û qadan li gorî şertên pamdemiyê pîrozbahî bên kirin. 
 
* Di 30’yê nîsanê de roja înê li gel “girtina tam” jî wê karkerên ku li gel pandemiyê jî xebat li wan tê ferzkirin li kargehên xwe pîrozbahiyên xwe bidomînin û cihêkariya bergiriyên pandemiyê ya di nav çînan de şermezar bikin. 
 
* Di 1’ê Gulane de roja şemiyê bi beşdariya nûnerên saziyên beşdar li Qada Taqsîmê daxuyaniyek bê dayîn û tacegul bê danîn. 
 
* Em bang dikin ku di 1’ê Gulanê de roja şemiyê kedkar li kargehên xwe, milyonên ku naxebitin li mal, şaneşîn, kuçe,li ser hesabên xwe yen medya civakî coşa 1’ê Gulanê mezin bikin û li dijî pandemiyê têbikoşin û dabînekirina ewlehiya dahata gel şermezar bikin. Em bang dikin ku roja 1’ê Gulane saet di 21.00’an de herkes li cihê xwe deng derbixe.”