Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike

img

WAN - Latîf Abî 58 salî ye. Gundê wan hatiye valakirin û koçî navenda Wanê kiriye. Debara xwe bi berhevkirina kartonan dike û tevî gelek zehmitiyan jî neçare bixebite û nan bibe nav zarokên xwe. 

Li gundên navçe û bajarên bakurê Kurdistanê dewletê pergala cerdevaniyê li gundiyan ferz dikir. Bi deh hezaran gundî vê pergalê qebûl nekirin. Gundên wan hatin xerakirin, şewitandin û valakirin. Xelkê koçî navendan bakur û metropolên Tirkiyê û Ewropayê kirin. Latîf Abî jî mexdûrê vê lêferzkirinê ye. Latîf Abî 58 salî ye û ji ber cerdevaniyê qebûl nekiriye, gundê wan hatiye valakirin û wî jî koçî Edeneyê kiriye. Niha li navenda Wanê ji bo debara malbatê bi berhevkirina kartonan dabîn dike. 
 
Abî diyar kir ku ew kuçe bi kuçe digere û karton û bermayiyên plastîk berhev dike û ew ji gundên zozanên Feraşînê ye û ji ber zextên dewletê bi tengasiyên mezin re rûbirû mane. 
 
Abî tiştên di wê serdemê de hatine serê wan wiha dibêje: “Ji bo bavê min gund terk neke, ji neçarî û ji ber pêkûtiyan min 9 meh cerdevanî kir. Ji ber ku ez û 4 gundiyên xwe derneketin operasyona eskerî me binçav kirin û îşkence li me kirin. Piştî me serbest berdan, min jî çekê danî. Hefteyek şûn de gundê me hat şewitandin. Min jî ji wir koçî navçeya Ceyhana Edeneyê kir û li wir karê hematliyê dikir. Însanan ji ax û warê wan kirin. Ez 10 sal li Edeneyê mam. Pişt ez hatim Wanê.  xwe e serbest berdan. Li Wanê bi salan jî min karê dergevaniyê kir. Piştî erdheja Wanê rû da ez çûm Antalyayê û min dî îdareya min li wir nabe dîsa zivirîm Wanê.”
 
NIKARIN ARVAN JÎ BIKIRIN 
 
Abî destnîşan kir ku her roj ew saet li derdora 18.00’an ji malê derdikeve û li kuçeyên Wanê digere û heta 01.00’ê şeve karton û bermayiyên plastîk berhev dike. Abî da zanîn ku hin rojan ew carna 30 lîre û carna jî 40 lîre qezenc dike û bi salan e ew bi vî karî debara xwe dike. Abî anî ziman ku dema ew li gund bûne xwedî ax, sewal û çandinî bûne û wan bi rehetî debara xwe dikir lê îro ew ketine vê rewşê. Abî got ew niha nikarin torbeyek arvan bikirin û tevî nexweşîna şeker bi wî re heye jî lê dîsa neçar e bixebite û debara zarokên xwe bike. 
 
Abî diyar kir ku ji ber derfetên wan nîn in nikare vegere gundê xwe û got: “Niha ji bilî serûbinkirina çopê tu şansek min din nîne.”