8 kesên ku afîşa 1’ê Gulanê daliqandin hatin binçavkirin

img
ENQERE - Polîsan 8 endamên BMG’ê ku ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê xebatên afîşan dikirin binçav kirin.
 
Polîsan 8 endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) ku li Parka Şahîntepe ya navçeya Mamak a Enqereyê ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê xebatên afîşan dikirin, binçav kirin. Hat hîn bûn ku polîsan ji endamên BMG’ê re gotiye, 'Ji dozger agahî hat em ê we bibin miduriyeta polîsan' û di dema binçavkirinê de jî zordarî li wan kirine. Navên kesên hatin binçavkirin û birine Qereqola Polîsan a Tûzlûçayirê wiha ne: "Zarîfe Çamala, Hacer Atahan, Enes Saîd Şahîn, Selîm Dogan Koç, Denîz Akbiyuk, Dîlan Mollaahmetoglû, Bariş Ceyhan û Berhat Ûzûnay."