Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê

img
ÎZMÎR - Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê, diyar kirin ku ji bo di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de daxwazên xwe berz bikin wê li qadan bin.
 
Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê, têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran di têketina Sûka Kemeralti ya navçeya Konakê ya Îzmîrê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Haydê em bi mil bi mil biçin 1’ê Gulanê” vekirin. Di daxuyaniyê de Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Herêma Egeyê Memîş Sari axivî.
 
‘EM Ê DI QADÊN 1’Ê GULANÊ DE BIN’
 
Sari, diyar kir ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi qeyrana aborî û kovîd-19’ê pêşwazî dikin û kêmgirtina bergiriyên pandemiyê ya ji bo karker û kedkaran rexne kir. Sari, bi lêv kir ku ji derzikirinê jî bêpar hatine hiştin. Sari, got ku “kar tune ye, temînata dahatê tune ye” û wiha axivî: “Dewleta civakî tune ye, edalet tune ye. Em bixwazin li mafê xwe bigerin heq, hiqûq û demokrasî tune ye. Lê wiha naçe. Em careke din di 1’ê Gulan Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekitiyê de dengê xwe bilind dikin. Di hefteya 1’ê Gulanê de em li ku bibin bila bibin, li cihê kar, qad, kolan, medya civakî em ê ji bo daxwazên xwe li qadên 1’ê Gulanê de bin.”
 
Sari, xwest ku hemû xebatkar demildest werin derzîkirin û da zanîn ku ji bo ku tenduristiya gel esas bê girtin wê li qadan bin û daxwazên xwe rêz kirin.