Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê

img
WAN – Li navçeya Erdîşê, li Navenda Ragihandinê ya girêdayî Wezareta Perwerdê ya Milî ji 12 karkerên derxistin destûra bêmûçeyê, yek jê xwîn werivî mejiyê wê. 
 
Ji bo 15 kesên li Navenda Ragihandinê ya girêdayî Wezareta Perwerdê ya Milî ya li navçeya Erdîşê ya Wanê dixebitin, di 30’ê Adarê de 5 roj hat dayîn ku ji bo biçin li Enqerê di projeyekê din de bixebitin. 3 kesên ku ev teklîf qebûl kirin, şandin Enqerê. Xebatkarekê berasteng ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îstîfa kir. 12 kesên din jî, ji ber şert û mercên xwe yên malbatî ev teklîf qebûl nekirin. Ji ber vê yekê 12 xebatkar derxistin destûra bêmûçe. 
 
PIŞTÎ BIRYARÊ
 
Ahmet Karatoprak ê di nava xebatakarên derxistina destûra bêmûçe de cih digire, derbarê mijarê de daxuyanî da. Karatoprak, diyar kir ku Navenda Ragihandinê piştî Erdheja Wanê ya sala 2011’an hat avakirin û wiha got: “Di erdhejê de ez 18 saetan dibin kavilande mam. Dûre min li navendê dest bi kar kir. 9 salan di navendê de xebitîm. Em pir dixebitîn, rastî zext û mobbîngên rêveberan dihatin. Piştî destûra bêmûçe ji bo me hat dayîn, rewşa tu hevalên me ne baş bûn û rakirin nexweşxaneyê. Ji hevalên me Demet Akça xwîn werivî mejiyê wê û niha di lênêrîna awarte de ye. Berê jî gelek xebatkar ji kar hatibûn avêtin.”
 
Karatoprak, da zanîn ku ew lêgerîna mafê xwe dikin û ev daxwaz kir: “Êdî dengê me bibihîzin. Em li benda çareseriyekê ne.”