Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in

img
WAN – Li navçeya Rêya Armûşê, bazirganên ku li bazarê dezgehên xwe vedikin û welatiyên ku li ser wan dan û standinê dikin jî ji ber qrîza aborî ji bihabûnê bi gazin cin. 
 
Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, her rojên înan bazara gel tê danîn û bazirganên ku dezgehên xwe li bazarê vedikin û welatiyên ku li ser wan dan û standinê dikin jî ji ber qrîza aborî rojên zehmet derbasdikin. 
 
QEZENC KÊM BÛYE
 
Bazirgan Mehmet Sidik Guvener ku bi salan e li bazarê dezgeh datîne, diyar kir ku ji ber pandemiyê kar nakin û j sermiyanê xwe dixwin û wiha got: “Mirovên ku tên bazarê kêm tiştan dikirin. Berê me rojê 3 hezar TL qezenc dikir niha rojê tenê 500 TL qezenc dikin. Beriya pandemiyê me rojê 60 kîlo döner difirot lê niha tenê 10 kîlo difiroşin.”
 
‘MIN SEWALÊN XWE FIROT’ 
 
Di berdewamê de Guvener, da zanîn ku ji ber derfetên wî tunene bi deynan debara xwe dike û ev tişt gotin: “Min 70 dewar xwedî dikir lê niha tenê 2 dewarên min mane. Ji neçarî wan firot. Di pêvajoya pandemiyê de ji me re alîkarî nehat kirin. Bi mehan me kar nekir. Ji xesar pêştir tiştek ji me re nema. Fatoraya min a ceyranê ya vê mehê hezar 117 TL hatiye, fatoroya avê jî 250 TL hatiye.”
 
HER TIŞT DU QAT ZÊDE BÛYE
 
Welatî Resûl Kûştûtan ku ji bo dan û standinê hatiye bazarê jî got ku bi mûçeyê teqawîtbûnê ku digire nikare dawiya mehê bîne û derbarê wihabûnê de ev tişt got: “Dema ku em tiştekî cara duyemîn dikirin zem dibe. Tiştekî îro bi 5 TL’an sibê dibe 7 TL. Şirê ku min bi 3 TL’an dikirî bûye 4 TL. Li cem vê fatore jî zêde tên. Li gel ku min qet bi kar naynim jî her meh fatoreya gaza ji min re tê. Fatoreya telefonê ya bi 35 TL’an derketiye 58 TL’an. Her meh 250 TL fatoreya ceyranê didim. Li gel ku em 2 nefsên jî mûçeyê ku mehê 2 hezar û 800 TL digirim bi zorê têra me dike.”
 
‘HÊZA KIRÎNÊ KÊM BÛ’
 
Serokê Bazara Gel a Ahsenê Mehmet Siddik Benlî jî destnîşan kir ku li gel bi dehan pirsgirêkan jî her tişt bi xweşî tê nîşandan lê rastî wiha nîne û wiha got: “Piştî pandemiyê rewş xeternek e. Dema pandemiyê alîkariya esnaf nehat kirin. Qe nebe em beriya pandemiyê dixebitin niha em nikarin bixebitin jî. Bi girtina deriyan re rewş ne baştir bû. Ji ber van şertan hêza xebatê ya esnaf û hêza kirînê ya gel kêm bû.”
 
‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALÊ’
 
Benlî, bal kişand ser sewalkariya ku li herêmê tê kirin û bi lêv kir ku sewalkarî li herêmê nemaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li bajar gelek kes bê kar mane. Weke esnaf em nikarin nan jî bibin malê. Ji ber polîtîkayên şaş mirovên ku nikarin bixebitin di rewşeke perîşan de ne. Berê mirovên ku bi 100 TL’yî dan û standinê dikirin niha bi 30 TL’yî dikin. Sedema vê tunebûna pereyan e. Pêwîstiya esnafan bi alîkariyê heye. Divê rayedar 10-15 hezar TL qrediya ku heta 6 mehan neyê dayîn ji esnafan re peyda bikin. Me ev gelek caran daxwaz kir lê encam negirt.”