Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?

img

DERSIM - Esnafên Dersimê gotin: "Kesên didizin û diçirpînin, kesên bêrîkên xwe tije dikin, ma dizanin rewşa aboriyê çi rewş e?" 

Li Dersimê di dema pandemiyê de gelek esnafan dikanên xwe girtin û bi hezaran kes jî betal man. Esnafên ku dewlet alîkariya wan nake, hewl didin bi deynan çerxa xwe bigerînin. Xwediyên kargehan bi krediya ku kişandine deynên xwe didin û kesên karên serbest dikin jî rojê bi 10-20 TL'yî dixebitin. Esnafan bertek nîşanî îqtidarê dan. 
 
‘ME JI BO KIRÊ KREDÎ KIŞAND' 
 
Xwediyê kafeyê Haskar Demîr ku kirêya wî ya mehane 2 hezar û 750 TL ye, anî ziman ku kredî kişandiye ji bo heqê kirê û fatûreyên av û ceryanê. Demîr, da zanîn ku berê li kafeya wî 4 kes dixebitîn, lê belê niha ew tenê dixebite û got: "Di warê aborî de halê esnafan ne tu hal e. Mirov betal in. Mirov karên rojane yên wekî komîtî, garsontiyê dikin. Gelek kes hene nikarin heqê kirêya xwe bidin. Em krediyê dikişînin û pê heqê kirê didin. Kesên didizin û diçirpînin, kesên bêrîkên xwe tije dikin, ma dizanin rewşa aboriyê çi rewş e? Ma zanin bê zirareke çawa didin esnafan? Me ji bo kareha xwe ya saleke naxebite kredî kişand. Em niha tevî faîzê didin. Esnafên biçûk neman. Ji bo nemînin çi ji destê wan tê dikin." 
 
‘HINDIK MAYE BIGIRIN' 
 
Hasan Erk ku tuhafiyeya wî heye, bal kişand ser bihabûnê û got: "Mirov neraî ne. Guloka ta berê bi 7 lîreyan bû, niha bûye 10 lîre. Di dema pandemiyê de ji bo kirê 3 mehan li ser hev 500 lîre dan me, lê ma yê têra çi bike. Ê di meha Remezanê de cardin her der bê girtin. Dibêjin ji ber dolar biha dibin. Lê gava dolar kêm dibe jî fiyet kêm nabin. Hindik maye em dikanê bigirin." 
 
Îmam Moroglû ku piştî betal maye li çiyê gulikê berhev dike û bi gulikê debara xwe dike û got: "Tu dahetek me tune ye. Sîgorteya me tune ye. Em karê serbest dikin. Ji bo muhtacî kesî nebim, gulikê berhev dikim. Mehê hezar û 500 lîre bi dest min dikeve. Lê belê li vî bajarî ne mimkun e ku mirov bi vî pereyî debara xwe bike. Ji lew re hîn meh naqede pere diqede. Dersim, bajarekî biha ye. Xwarina wê, çaya wê, qehweya wê biha ye. Di dema pandemiyê dewletê tenê carekê hezar lîre da. Rewşa me nebaş e. Ji ber qedexeyan em nikarin debara xwe bikin." 
 
Esnaf Alî Soylû, diyar kir ku tu wextê bi qasî niha rewş ev qasî xirab nebûye. Soylû, destnîşan kir ku dewlet xwedî li esnafan derneketiye û got: "Kirêyên her kesî ketine ser hev. Deyn zêde dibin. Bi rastî jî esnaf zehmetiyê dikişîne. Piraniya wan dikanên xwe girtine. Bi tu awayî alîkariya me nekirin. Ma 500 lîreyî bidin ê çi bibe nedin ê çi bibe. Tim mirovan mexdûr dikin. Esnaf jî li ber van neheqiyan ranabe. Îjar gava tu deng nekî û pirsgirêkên xwe bilêv nekî dê tu tişt neguhere." 
 
‘BI GIRTINÊ NEXWEŞÎN NAQEDE' 
 
Soylû, diyar kir ku yê di meha Remezanê de cardin dikan û kargeh bên girtin û got: "Ê zirar digihê wan em in. Zilamên wan naxisirin. Her der vekirie, tenê 4 cihan digirin. Çavê wan lê ye bi vî awayî ji derheqê koronayê derkevin. Heger dilê we û girtinê hebe, her derî bigirin. Hûn bi vî awayî hêdî hêdî me dikujin, hûn bi îşkenceyê esnafan dikujin. Heke bivê mehekê bigirin, lê mirovan mexdûr nekin. Mîtîngan li dar dixin, lê radibin her roj ceza li esnafan dibirin. Bi girtina çar pênc esnafan serî bi vê nexweşînê re nayê derxistin."