Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an

img
ENQERE – Piştî ku Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji peywirê hat girtin, dolar duh bi şev derket 8.40 TL’yî. Piştî biryara guhertinê ya Serokkomariyê windabûna di TL de bû ji sedî 11. 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, şeva 20’ê adarê Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji peywirê girt û parlamenterê berê û nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Şehap Kavcioglû li şûna wî peywirdar kir. Piyasê bi awayekî tund bersiv da vê guhertinê û dolar bi zêdebûna ji sedî 11.62 derket asta 8,0581’an. Euro jî bi zêdebûna ji sedî 11,63 62 derket asta 9,5817’an.
 
SEROK LI BER ERDOGAN NADIN
 
Di nav 20 mehan de Nacî Agbal bû sêyemîn Serokê Bankaya Navendî ku ji aliyê Erdogan ve tên guhertin. Beriya Agbal, Erdogan serokên Bankaya Navendî Mûrat Ûysal û Mûrat Çetînkaya jî peywirê girtibû.