KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê

img
ENQERE - Rêveberiya KESK'ê biryar da ku bi armanca zext û tundiya li ser endamên xwe şermezar bike,  ji Stenbolê bimeşin Enqereyê. 
 
Rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi armanca zext û tundiya li ser endam û rêveberên xwe şermezar bike, biryar da ku ji Stenbolê bimeşin Enqereyê. Dê endamên Lijneya  Rêveber a Navendî ya KESK'ê û endamên girêdayî şaxên Lijneya Navendî beşdarî meşê bibin. Meşa KESK'ê dê di 24'ê Adarê saet di 10.00’an de li pêş Navenda  Kargeriya Cevahîr a Navçeya Beşiktaşa Stenbolê pêk bê. Piştre saet di 12.30’an de dê li Rihtima Kadikoyê daxuyaniyê bidin û ji wir berê xwe bidin Stenbolê. Karwana kedkarên KESKê dê ji Stenbolê derkevin rê û di ser rêgeha Gebze, Kocaeli, Yalova, Bursa û Eskişehirê re derbasî Enqereyê bibin. Endam û rêveberên KESK'ê dê di 26'ê Adarê de li pêş Wezareta Xizmeta Civakî û Xebatê ya Malbatê daxuyaniyê bidin û dawî li çalakiya xwe bînin. 
 
OHAL DIDOME
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, têkildarî çalakiyê agahî dan û wiha got: "Ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha  OHAL didome. Mafên mirovan tê binpêkirin. Bi KHK'yan nêzî 130 hezar kedkarên cemaweriyê neheq û bê hiqûq ji karên xwe hatin dûrxistin. Her çend di sala 2018'an de OHAL rabûbe jî bi awayekî fiîlî hêj didome. 
Ev zext ne tenê li ser me, li ser hemû kesên ku polîtîkayên AKP û MHP’ê rexne dikin li ser tevan pêk tê. Em vê meşa KESK'ê bi armanca lêgerina heq û hiqûqê li dar dixin. Ev çalakî li dijî pêkanînên dijdemokratik,  lêgerîna demokrasî û hiqûqê ye."