Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye

img

EDENE - Kardêr Mehmet Erol, anî ziman ku sektora tekstîlê pri berteng bûye û îqtidar di bin navê alîkariyê de krediya bifaîz dide. 

Krîza aborî sektora tekstîlê jî berteng kiriye. Li gor daneyên ku Serokê Yekîtiya Îxracatkarên KIncên Hazir û Konfeksyonê ya Stenbolê Mûstafa Gultepe parve kirin, îxracata meha Adarê li gor ya par ji sedî 27 kêm bûye. Hat destnîşankirin ku kapasîteya xebatê ya sektora tekstîlê ku di destpêka sala 2020'î de ji sedî 85 bûye, lê belê niha bûye ji sedî 30. 
 
Li Edeneyê jî di sala dawî de ji ber ku sîparîş çênebûn, sektora tekstîlê jî ji bêgavî destûra bêheq daye xebatkaran. Kardêr Mehmet Varol, anî ziman ku krîza aborî û pandemî hem bandor li wan kiriye hem jî li karkeran kiriye. Varol, destnîşan kir ku ev bertengiya di sektora tekstîlê de, bi krîza aborî re dest pê kiriye û di dema pandemiyê de jî zêde bûye. 
 
DI SALEKÊ DE 5 MEHAN XEBITΠ
 
Varol, bilêv kir ku vê sala dawî tenê 5 mehan xebitîne û he rroja ku kargeha wan girtî bûye, wê rojê zirar kirine. Varol, da zanîn ku li bajêr gelek kargeh ji ber vê rewşê hatine girtin û got: "Dewletê alîkariya me kir. Lê çawa kir? Kredî da me, lê krediya bifaîz. Heqê prîmên SGK'ê 3 mehan taloq kir. Lê piştî 3 mehan bar girantir bû. Bi rastî jî niha em nikarin ne heqê kirê ne jî prîmên SGK'ê bidin. Ji ber vê me nikaribû meaşê karkeran jî zêde bike. Lê pitî vê mehê em ê zêde bikin." 
 
ALÎKARÎ NEKIRINE 
 
Varol, bilêv kir ku mesrefa karkerekî 3 hezar û 500 an jî 4 hezar TL ye. Varol, anî ziman ku îqtidarê gotiye dê alîkariyê bbike, lê belê heya niha tu alîkarî nehatiye kirin. 
 
MA / Hamdûllah Kesen