Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin

img

STENBOL - Berdevka ÎSÎG Stenbolê Serpîl Unal, bibîr xist ku her sal ji ber negirtina tevdîran bi hezara karker jiyana xwe ji dest didin û kardêr jî bi çavê makîneyan li karkeran dinêrin. 

Li Tirkiyeyê her sal cinayetên karî zêde dibin. Li gor rapora cinayetên karî ya Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Stenbolê, di sala 2016'an de hezar û 970, di sala 2017'an de 2 hear û 6, di sala 2018'an de hezar û 923, di sala 2019'an de hezar û 736 û di sala 2020'î de 2 hezar û 427 û di meha ewil a sala 2021'ê de jî herî kêm 199 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Berdevka ÎSÎG Stenbolê Serpîl Unal, derbarê cineytên karî û tevdîrên divê bên girtin de axivî. 
 
DEST JI QEZENCÊ BERNADIN 
 
Unal, destnîşan kir ku kargeh divê analîzên xetereyê bikin û li gor van analîzan tevdîran bigirin û kardêr jî bi çavê maliyetê li van tevdîran dinêrin. Unal, bilêv kir ku karker wekî perçeyeke makîneyan tên hesibandin û ji ber vê tevdîr nayên girtin. Unal got: "Car heye ji ber qezayên karî ceza tên birîn û ev ceza tên dayîn, lê belê dîsa jî derbarê tenduristiya karker û ewleyiya karî de tevdîran nagirin. Armanc, destê wan ji qezencê nabe." 
 
Unal, destnîşan kir ku sedemeke pêşîlênegirtina cinayetên karî jî nekontrolkirin e û got: "Ev kontrol di dema pandemiyê de bi temamî ji holê hatin rakirin. Odeyên mufetîşên kar ên li Wezareta Xebatê hatin valakirin. Ev jî tê wateya 'ez ê mufetîşên karî nedim xebitandin, ez ê kontrolê nekim.' Ji ber vê cinayetên karî jî zêde dibin." 
 
SER CINAYETAN TÊ NIXUMANDIN 
 
Unal, anî ziman ku di warê daneyên cinayetên karî de xebatên saziyên dewletê hene, lê belê ev ne xebatine bi rêk û pêk in, ji lewra di navbera raporên Meclîsa ÎSÎG'ê û belgeyên SGK'Ê de ferqeke mezin heye. Unal got: "Hindik maye bibêjin cinayetên karî tune ne." 
 
Unal, ji bo sûcdarkirina karkeran a di cinayetên karî de jî, destnîşan kir ku armanc ser sûc bê nixumandin û got: "Karker di warê ewleyiya karî de nayê perwerdekirin. Heger bê perwerdekirin jî, ev bi awayekî sûkî tê kirin." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Unal, destnîşan kir ku li kargehên rêxistinbûyîna sendîkayî hene cinayetên karî hindik çêdibin, ji lew re li van kargehan mekanîzmayên kontrolê hatine avakirin. Unal got: "Car heye, tevdîreke pir biçûk jî mirov bi xelasê dixe. Ev li deverên rêxistinbûyîna sendîkay lê hene, pir bi rihetî tên çareserkirin. Heger em birêxistin bin, em ê karibin şert û mercên xwe yên xebatê jî baş bikin. Gava em ne birêxistin bin, ê şert û mercên xebatê girantir bin û wê cinayetên karî jî zêde bibin." 
 
Unal, destnîşan kir ku ji bo ku cinayetên karî çênebin peywir dikeve ser milê her kesî û ji bo vê bal kişand ser têkoşîneke bi hişmeniya çînî. 
 
MA / Kadîr Guney