TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz, diyar kir ku ji ber qezayên kar û nexweşiya pîşeyî her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin û ev tişt got: “Tenduristiya karkeran û ewlehiya kar bi awayekî têrker nakeve rojeva welat.”
 
Di 3’ê Adara 1992’an de li navçeya Kozlû ya Zongûldakê di kana komirê de teqîna grîzû pêk hat û 263 kedkaran jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), bi munesebeta salvegera komkujiyê civîneke çapameniyê li dar xist. Civîn li Odeya Endezyarên Medenê pêk hat. Di civînê de rapora qezayên kar ên di navbera 2010-2020’an de hat parvekirin. 
 
Di civînê de serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz, axivî û diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê têje komkujiyên karkeran û cînayetên kar e û wiha got: “Ji bobelata Kozlûyê ders nehatine derxistin. Ji berk u gavên pêwîst nayên avêtin komkujiyên karkeran û cînayetên kar bi zêdebûn didomin. Bi hezaran karker di qezayên kar de asteng dimînin û di nexweşiyên pîşeyî de jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2019’an de hezar 149 kes jiyana xwe ji dest dan. Her roj 35 karker jiyana xwe ji dest didin.”
 
Li Edene û Îzmîrê jî ji aliyê odeyên TMMOB’ê ve bi heman armancî daxuyanî hatin dayîn.