Hêviyên wan ji saleke din re ma

img

ÎZMÎR - Demsala tûrîzmê ya îsal ber bi dawî ve diçe, tûrîzîmvan hêviyên xwe ji sala nû re hiştin. Tûrîzmvanan diyar kir ku li gorî sala çûyî di hatina tûrîstan de zêdebûn heye, lê ev di xerçkirinên tekakesî de xwe nade nîşan, hêviyên xwe ji sala bê re hiştine.

Ji sezona tûrîzmê ya havînê re çend roj man. Lê Îzmîra ku wekî dilê tûrîzmê tê zanîn, hêjmara îsal negihişt hêjmara sala 2015'an. Tenê di meha Tebaxê ya sala 2015'an de 203 hezar tûrîst hatin. Lê ti devahiya sala 2016'an de 112 hezar tûrîst hatin Îzmîrê. Di sala 2017'an de jî piçekî zêde bû û 147 hezar tûrîst hatin. Di rêza hatinê ya welatan de 4 welatên wekî Almanya, Îran, Îngîltere û Hollanda serkêşiyê dikin. Di sala 2017'an de hateya tûrîzmê ya sedî 81 tûrîstên Îranê pêşwazî kirin, bi vê ve Îngîltere û Hollanda qasî sedî 17 ketin bi xwe re anî, tûrîstên almanî di rêjeya sedî 5'an de ma.
 
RÊJEYA XERÇKIRINÊ YA TEKAKESÎ KET
 
Guhertina di hejmarê de û bi taybetî tûrîstên îranî zêde bûn, vê yekê bandor li ser tûrîsîmvnan kir, lê vê yekê xwe di hateya tûrîzmê de neda der. Li gorî Tebaxa 2016'an hejmara tûrîstan sedî 18 zêde bûye, her yekê ku 714 Dolar xerçkirin dikir, di heman meha 2017'an de 611 Dolar xerçkirin pêk anî ne. Tûrîzîmvanan kêfxweşiya xwe ya zêdebûna tûrîstan parve kir, lê ji ber kêm xerçkirinê bi gazinc in.
 
HER SAL XWEZÎ LI PAR
 
Caner Reyar (56) 12 sal e li Çeşmeyê karê xarinpêjiyê dike, da zanîn ku her sal xweziya xwe bi par tînin û wiha got: "Salên çûyî di van mehan de di navbera 18.00-19.00'an de mirov li derve bûn. Gelek mîhrîcan dihatin lidarxistin. Lê em dibînin ku xwezaya me tê talankirin, aboriya me têk diçe û wekî berê tûrîst nayên. Em jî tişta ku hêvî dikin nabînin. Dema yek bê vir seyranê divê 10 hezar TL'yî ji çav derxe. Dema tişta tê xwestin tune be buha zêde dibe. Berê tûrîstên biyanî dihatin, lê niha hema bêje qet tune."
 
‘ME TIŞTA HÊVÎ DIKIR NEDÎT'
 
Lutfu Keleş ê 37 salî li Çeşme Alaçatiyê 3 sal e esnaf e, vê sezonê tişta ku hêvî kiriye nedîtiye. Keleş aşekra kir ku bi giştî gelên herêmê tên, lê welatiyên li Tirkiyeyê ji derfetên wan ên aboriyê jî bi sînor e. Keleş da zanîn ku piçek maye ew topê bavêjin û ev tişt got: "Sala bê heke wiha biçe, ne ez dê esnafên din jî derabeyên xwe bigirin. Tişta ku me hêvî dikir bi dest nexist." Zulfiye Ulku (43) jî li Çeşmeyê esnaf e û got ku "Me dîsa zerar kir" û piştrast kir ku wan di vê sezonê de tiştek bi dest nexistiye û aşkera kir ku firotinên wan di sedî 40 de mane.