Ajovanên dolmîşan: Gava îqtidar be her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye

img
ENQERE – Ajovanên dolmîşan ên Enqereyê anîn ziman ku ji ber tevdîrên û qedexeyên hatine danîn nikarin rêwiyan bsiwar bikin û ji bo alîkariya ku hezar TL bû jî gotin: "Gava îqtidar be hemû derfet û şert hene, lê gava gel be tiştek tune ye." 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, di 14'ê Kanûnê de behsa pakêteke alîkariyê kiribû. Erdogan di daxuyaniya xwe de gotibû, dê 3 mehan mehê hezar TL'yî bidin esnafan û dê ajovanên texsî û dolmîşan jî sûdê ji vê bigirin. Lê belê ajovanên dolmîşan ên Enqereyê ji vê pakêtê nerazî ne. 
 
Ajovan Îsmaîl Sayar ku 15 sal in ajovaniya dolmîşan dike, berteka xwe ya ji bo hezar TL'yî wiha anî ziman: "Di vê pêvajoyê de her kes zehmetiyê dikişîne. Ma mirov hezar TL'yî alîkariyê dike? Ez û hin hevalên min ên esnaf, em hemû ketine ber heczê." 
 
‘PÊŞÎ BILA ÎQTIDAR TESERIFÊ BIKE' 
 
Sayar, diyar kir ku şewb herî zêde bandor li wan kiriye û ji ber vê nikarin rêwiyan siwar bikin û got: "Piştî qedexeya derketina derve hat ragihandin, ji wê çaxê ve bi karta krediyê debara xwe dikim. Em deynên xwe tim taloq dikin. Ji ber ku em nikarin di wext de deynên xwe bidin, fazî lê zêde dibe. Îqtidar alîkariya alîgirên xwe dike, lê a gel nake. Em di medyaya civakiyî de dibînin, haya me ji her tiştî heye. Heger dilê îqtidar û teserifê hebe, pêşî bila di xwe de bike. Gava îqtidar be hemû derfet û şert hene, lê gava gel be tiştek tune ye." 
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Ajovan Ergun ozcan jî anî ziman ku ji ber qedexeyê nikarin kar bikin û ji niha ve ketine etrê ku dê vê zivistanê çawa debara xwe bikin. Ozcan got: "Divê em tiştekî bikin. Debar zehmet bûye. Em bi zorê debara malbata xwe dikin." 
 
‘HEYF E' 
 
Ajovan Satilmiş Arslan jî anî ziman ku tiştê bi dest wan dikeve ancax têra wan dike û got: "Kirê heye, mesrefê malê heye. Ev wesayîta qerase rojê bi 150 TL'yî dixebite. Bac heye, sîgorte heye. Lîtreya mazotê bûye 7 lîre. Bi tevdîr û qedexeyên nû re rewşa me xirabtir bû. Pereyê ku me di rojekê de qezenc dikir, niha em di 3 rojan de qezenc dikin. Hema ji dêvla hezar TL'yî mazot bida çêtir bû. Mirîşka ku berê me bi 13 lîreyan ji marketê dikirî, di hefteyekê de bû 22 lîre. Ma ne heyf e, ma ne gune ye." 
 
Ajovan Koksal Ari yê 50 salî anî ziman ku şaredariyê heya niha sê caran ji bo mazotê 3 hezar û 600 lîre alîkariya wan kiriye ûg ot: "Ma şaredarî ji dewletê zengîntir e?"