Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin

img
WAN – Şaxa Jimara 7 a Haber-Senê, diyar kir ku ji bo xebatkarên PTT’ê bergiriyên vîrûsa koronayê nehatine girtin û ev tişt got: “Em westiyan, têk çûn, dimirin. Êdî bes e.”
 
Lîjneya Rêveberiya Şaxa Jimara 7 a Haber-Senê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), derbarê pirsgirêkên xebatkarên PTT’ê yên dema pandemiyê li avahiya sendîkayê ya Wanê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Şaxê Hamît Aker daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û xwest ku ji bo pandemiyê bergiriyên pêwîst bên girtin. 
 
'ÊDÎ BES E'
 
Aker, destnîşan kir ku bi dehan hevalên li wan nexweşxaneyan tedawî dibînin û wiha got: “Her ku diçe bandora pandemiyê girantir dibe. Li gel ku em ji bo bergiriyên pêwîst bang li rayedaran dikin jî bergirî nayên girtin. Bi dehan kedkarên hevalên me hezkiriyên xwe winda dikin. Herî dawî jî hevalê me yê kedkara Rafet Varan li Samsûmê jiyana xwe ji dest da. Bi awayekî lezgîn tiştekî ku bê kirin heye; Divê hejmara xebatkarên PTT’ê nêzî welatên OECD’ê bê kirin û hemû xebatkarên PTT’ê derbasî qadroyê bên kirin. Em westiyan, têk çûn, dimirin. Êdî bes e.”