Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin

img

ŞIRNEX - Piştî dinya sarbû, karkerên ku di qada şikandin û bêjinkirina komirê de dixebitin jî dest bi amadekirin û barkirina komirê kirin. Karkerên ku di nav şert û mercên giran de dixebitin gotin: "Em ji ber toza komirê nikarin nefesê bistînin. Lê ji ber ku em debara xwe bi vî karî dikin, mecbûr in bixebitin."

Bi nêzîkbûna zivistanê re li gundê Avgamasya yê Şirnexê karkerên ku di qada şikandin û bêjinkirinê ya komirê de dixebitin, dest bi berhevkirina komirê kirin. Karkerên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin, serê sibehê zû dest bi berhevkirin û amadekirina komirê dikin û heya derengê şevê dixebitin. Karkerên ku bi salan e vî karî dikin, diyar kirin ku pir tahbê dibînin lê belê cardin jî heqê ked û tahba wan bi dest wan nakeve û gotin, lê ji mecbûrî dixebitin. 
 
CARINA DESTVALA DIÇIN MALÊ 
 
Karker Sefer Yildirim, anî ziman ku li herêmê ji karê komirê pêvetir karek din nîn e ku bikin û got: "Bi salan e ez vî karî dikim. Em her roj li gel berbanga sibehê dest bi kar dikin û heta derengê şevê bênavber dixebitin. Di karê me de wexteke diyarkirî nîn e. Em komira baş bêjing dikin, dişkênin û pişt re dixin torbeyan. Em bi derfetên herî xirab dixebitin. Carina hejmara karkeran zêde dibe û carina jî kêm dibe. Hejmareke diyar nîn e. Heta tu bibêjî zehmetiya vî karî heye. Em ne bi werîsan ne jî bi tiştekî din dixebitin. Ewlehiya karê ku em dikin tune ye. Carina em bi seatan dixebitin, lê dema ku ji bajaran an jî navçeyan kes daxwaza komirê neke, wê rojê em destvala diçin malê. Carina 50 TL, carina  jî 100 TL bi dets me dikeve û car heye tiştek jî bi dest me nakeve." 
 
'EM BÊNEFES DIMÎNIN' 
 
Haci Abbas Gûler jî bal kişand li ser zor û zehmetiyên karê komirê û got: "10 sal in ez vî karî dikim, lê min hêja têr nên nexwariye. Karê me pir zehmet e. Hem ji hêla tendûristiyê ve hem jî ji hêla karkirinê ve gelek zehmet e. Em bi şev û roj di nav tozê de dixebitin. Ji ber vê lingên me hemû bûne birîn. Em ji ber toza komirê nikarin nefesê bistînin. Em bi vî karî debara xwe dikin û em nêçar in bixebitin. Debara me bi vî karî ye. Li Şirnexê ji xeynî vî karî kareke din nîn e. Em mehekê dixebitin û 3 mehan jî betal dimînin. Ev kar jî tenê mehên payîzê heye. Ne karekî domdar e. Îsal ev kare jî kêm bûye. Em hefteyê carekê tên vir û çar pênc erebeyan bar dikin. Zehmetiya wê gelek e. Ev kar her ku diçe kêm dibe. Em dixwazin ku êdî ji me re jî qadên kar bên peydakirin."
 
MA / Zeynep Dûrgût