‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’

img
ENQERE – Endamê Komîsyona Plan û Budçeya HDP’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku tercîha budçeyê di aliyê qesr, şer û sermaye de hatiye kirin, mafê civakê heye ku hevdîtinên budçeyê zanibe. 
 
Endamên Komîsyona Plan û Budçeyê ya HDP’ê Necdet Îpekyuz û Erol Katircioglû têkildarî “Teklîfa Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an” li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endamê Komisyonê Erol Katircioglû diyar kir ku pêşkêşiya budçeya Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay a di komîsyonê de kesî tatmîn nake. 
 
Katircioglû got dema ew li budçeyê dinêrin ev budçe ne li gorî pêdiviyên gelên Tirkiyê ye û budçeya dihat xwestin nîne. 
 
Endamê Komîsyonê Necdet Îpekyuz jî diyar kir ku tercîha budçeyê di aliyê qesr, şer û sermaye de hatiye kirin, mafê civakê heye ku hevdîtinên budçeyê zanibe.