Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye

img

STENBOL – Alî Koçoglû ku 50 sal in makînîstiya sînemayê dike, anî ziman ku piştî pandemiyê eleqeya ji bo sînemayê kêm bûye û got: "Dewlet divê pitgiriya sînemayan, şanoyan û hunerê bike û ji bo em karibin li ser pêyan bisekinin çi bivê divê bike." 

Yek ji sektora ku pandemiyê bandoreke nebaş lê kiriye jî sektora sînema û şanoyê ye. Alî Koçoglû yê 68 salî ku 50 sal in makînîstya sînemayê dike hem behsa çîroka xwe ya di qad sînemayê de hem jî behsa pêvajoya heyî kir. 
 
Koçoglû, hîn di dema dibistana seretayî de sînema nas kiriye û hem çûye dibistanê hem jî makinîstî kiriye. Koçoglû, anî ziman ku piştî ji dibistanê dihat diçû Sînemaya Kaynarcayê ya li Pendîk a Stenbolê û li ber destê hosteyê xwe dixebitî. Koçoglû got: "Ewilî hînî bicihkirina fîlm û girêdana wê bûm. Ji wê çaxê ve vî karî dikim." 
 
JI BO MAKÎNÎSTIYÊ DEST JI DIBISTANÊ BERDAYE 
 
Koçoglû piştî tam hîn dibe di dema lîseyê de dest ji dibistanê berdide û berê xwe dide hêwanên sînemayê. 
 
Koçoglû got: "Fîlm diqetiyan. Ez tim li ber serê wan dimam ji bo fîlm neqetin. Çavê min tim li ser perdeyê bû. Dû re fîlmên bikomir hebûn. Destê gelek kesan dişewitî. Qeza çêdibûn. Lê belê ew mirov jî eynî wekî min evîndarê karê xwe bûn. Piştî vê fîlmên bireng dest pê kirin û dû re jî makîneyên dîjîtal hatin. Kes pir hay ji karê makînîstiyê nizane, lê belê em kevirê sereke yên sînemayê ne. Lewma divê keda me berhewa neçe." 
 
TAHMA SÎNEMAYÊ NE WEKÎ YA TELEVÎZYONÊ YE 
 
Koçoglû, anî ziman ku sînemayên 50 sal berê ne wekî yên niha bûn û got, berê di navbera mirovên dihatin sînemayê de danûstendineke çandî hebû. Koçoglû, bilêv kir ku he rçû mirov ji sînemayê dûr ketin û danûstendina di warê çandeyî de jî kêm bûye û got: "Wê çaxê televîzyon tunebûn. Sînema û şano hebûn. Wekî niha mirov li malên xw etemaşe nedikirin. Lê belê zewqa ku sînemayê dide mirov televîzyon nikarin bidin." 
 
Her wiha Koçoglû bal kişand ser zor û zehmtiyên makînîstiyê jî. Koçoglû got: "Hosteyê min rojekê min danî ser makîneyê. Maşe û komir dan dan min. Hêwana sînemayê heya ber dev tije bû. Komira min qediya. Zûzûka bi bazdan çûm sînemaya li kêleka ya me. Min perçeyek komir xwest. Dû re bilez çûm dawiya sînemayê min komir bi cih kir û bêyî fîlm qut bibe dewam kir." 
 
PIŞTÎ PANDEMIYÊ ELEQE KÊM BÛYE' 
 
Koçoglû, destnîşan kir ku heqê keda wan bi dest wan nakeve û got: "Herî zêde em makînîs tahbê dibînin. Ji bo temaşevan fîlmên baş temaşe bikin, ji bo dengê fîl baş be em xwe dikujin. Ji bo temaşevan dilxweş bin çi ji destê me tê em dikin." 
 
Koçoglû, destnîşan kir ku nexasim pişt pandemiyê eleqeya temaşevanan a ji bo hunerê kêm bûye û got: "Temaşevan ji sînemayê sar bûye. Êdî nayên. Em heftê 4 fîlmên nû nîşan didin. Ev fîlmên mezin in, lê dîsa jî ke nayê. Em seansên xwe li gor 2-3 kesên tên eyar dikin." 
 
'MAKÎNEYÊN MIN DEST JI MIN BERNADIN' 
 
Koçoglû got: "Şertên heyî zehmet in. Lê cardin jî em li vê derê ne. Makîneyên min dest ji min bernadin. 4 mehan li malê mam, giriyam. Makîneyên min bîriya min kirine. Piştî 4 mehan gava min ew makîne vekirin hêsir ji çavên min hatin. Çawa ku mirov hînî hev dibin makîneyên min jî hînî min bûne." 
 
'DIVÊ DEWLET PIŞTGIRIYÊ BIKE' 
 
Koçoglû, anî ziman ku ji bo ku mirov karibin bên sînemayê û kedkarên sînemayê heqê keda xwe bi dest bixin divê KDV bê kêmkirin û got: "Dewlet divê pitgiriya sînemayan, şanoyan û hunerê bike û ji bo em karibin li ser pêyan bisekinin çi bivê divê bike. Di vê pêvajoyê de çi ji destê me hat me kir û em dikin. Ji ber şewbê me tevdîrên xwe girtine. Ji bo me a girîng tenduristiya temaşevana ye. Lewma me kapasîteya xw ekêm kiriye. Kapasîteya hêwanê 50 kes e, lê em 20 kesî digirin. Karê me kêm bûye û lewma em heqê keda xwe bi dest naxin. Em tiştên wiha dikin, lê dewlet der barê sînema, şano û hunerê de tiştekî nake." 
 
Koçoglû, anî ziman ku teqawid bûye lê belê cardin jî karê xwe dike. 
 
Koçoglû herî dawî bang li temaşevanan kir û got: "Li hêwanên me yên sînemayê roja Duşem û Pêncşemê rojên me yên gel in. Di van rojan de bilêtê me erzan in. Bila gel were û sûdê jê bigire û xwedî li me derkeve. Heger ev sînema bên girtin ne mimkun e careke din bên vekirin. Werin piştgiriya me bikin."