Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin

img

ENQERE – Mexdûrên KHK’ê Cemal Yildirim, Muhammet Semîh Karaoglû û Resûl Kalyoncû yên ji Stenbolê hatin Enqereyê meşa xwe bi dawîkirin û gelek kesên piştevaniya wan kirin bi hev re ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 

 
Cemal Yildirim û Muhammet Semîh Karaoglû yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karên xwe hatin îxrackirin û piştevanê wan Resûl Kalyoncû ji bo mafên xwe ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meş li dar xistibûn û meşa wan îro li Enqereyê bi dawî bû. Meşvan û piştevanên wan li Kolana Sakarya ya Enqereyê kom bûn û xwestin bi daxuyaniyekê dawî li meşa xwe bînin. Polîsan çalakgeran dorpêç kir û bi hêceta “destûra walîtiyê nîne” destûr neda daxuyaniyê. Piştî rageşiyê polîsan mudaxileyî wan kir, li welatiyan da û ew binçav kirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bertek nîşanî mudaxileya polîsan da û got ew mexdûr li dijî zilma KHK’iyan meşiyan, îqtîdar wê nikaribe bi vê helwestê wan asteng bike û dixwazin bi awayî zilma KHK’iyan bidomînin. Gergerlîoglû da zanîn ku çalakiyek aştiyane hat astengkirin û ev nayê qebûlkirin. 
 
Welatiyên derdorê jî bertek nîşanî mudaxileya polîsan dan û gotin “Êdî bes e. Bila yên binçavkirî werin berdan.” Polîsan mduaxileyî welatiyan jî kir û gefa binçavkirinê li wan xwar.