Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin

img

WAN - Li Wanê welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin debara xwe bikin, anîn ziman ku hikûmet ji bo ku krîzê neyne rojevê her tim rojevê diguherîne. 

 
Ji ber krîza aborî, betalî û zêdebûna bacan êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Li Wanê jî welatiyan diyar kirin ku ji ber pandemiyê betalî zêde bûne û hikûmet ji bo ser krîza aborî bigire her tim tiştine nû dixe rojevê. 
 
‘ROJEVÊ DIGUHERÎNIN' 
 
Yûsûf Onat, bal kişand ser baca OTV'ê û anî ziman ku êdî kes nikare wesayîtan bikire. Onat, bilêv kir ku dewlet bi pişta mirovn xizan debara xwe dike û got: "Li herêmê êdî gelek kes nikarin zebze jî bibin mala xwe. Kes nikare ji bo mala xwe goşt, zebze û fêkiyan bistîne. Ma ê mirov çawa bi meşaê kêmtirî debara xwe bikin? Îqtidar evana naîne û her tim berê civakê dide tiştine din. Çimkî naxwaze meseleya sereke ya civakê bibe rojev. Xizanî, birçîbûn, betalî û gelek pirgsirêkên din hene, lê belê behs ayekê jê jî nayê kirin. Her tim rojevê diguherînin." 
 
Fatîh Polat, anî ziman ku par mehê 500 lîre ji bo emtbaxê xerc dikir, lê belê niha bûye du qat. Polat, destnîşan kir ku her ku meaşê kêmtirîn zêde dibe bac jî zêde dibin. Polat, diyar kir ku dewletê di dema pandemiyê de hezar TL alîkarî daye, lê belê niha zêdetirî wê ji gel distîne û got, ew alîkarî jî bi kêr nehat. 
 
Kinyas Suphan jî destnîşan kir ku mirov êdî nizanin çawa debara xwe dikin û got: "Ên karên wan hene, bi awayekî debara xwe dikin. Îja rên betal û tu dahateke wan tunene ê çawa bikin? Heger li an dera fabrîke an jî tiştine din hebûna wê betalî kêm bûbûna. Her diçe her tişt bihatir dibe." 
 
Enver Ûçar jî destnîşan kir ku nikare heqê kirêya kargeha xwe bide û got: "Tim dibêjin wê rewşa aborî baş bibe, lê nae. Heger mehek din jî werê dewam bike ez ê kargeha xw ebigirim. Niha sê debara sê malan dikim. Perê bi dest in dikeve jî ne tu pere ye. Wê 5 hezar krediya ku dane esnafan bi kêrî me yê çi bê? Kesê meaşê asgarî distîne mehê hezar TL dide heqê kirê. Wê ev mirov çawa debara xwe bikin? Erê, meriv rabe ji Enqereyê biaxive rihet e, lê bila bên li vê derê halê mirovan bibînin." 
 
Karkerê înşeatê Îrfan Turkoglû jî anî ziman ku ji ber şewbê îsal jî betal maye. Turkoglû got: "Berê di sektor aînşeatê de salê 50 hezar bi dest min dikete, lê belê îsal 10 hezar TL jî bi dest min nekete. Berê kesekî li ser înşeatê bişixuliyana bi 100 TL'yî debaa xwe dikir, lê belê niha bi 100 lîreyî kîsikek eşya nayê stendin. Her tişt pir biha bûye. Berê pakêtek çay bi 18 TL'yan bû, niha bûye 40 TL. Mirov êdî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke bi dest bixin."