Demîrtaş ji bo Erdogan got: Gel dê bersiva te heq kiriye bide te 2018-06-02 14:23:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Selahattîn Demîrtaş bersiv da gotinên “Tu kê berdidî? Destê wî di xwîna 53 kesan de ye” ên Erdogan û got: “Li vir dest û milê min girêdayî ne. Lê qey tu dibêjî dest û milê xelkê jî girêdayî ne? Gel dê di sindoqên hilbijartina 24’ê Hezîranê de bersiva te heq kiriye bide te.”    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan duh li Semsûrê ji bo namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotibû: “Tu kê berdidî? Destê zatê di girtîgehê de di xwîna 53 mirovan de heye.” Demîrtaş dereng nema û bersiva Erdogan da. Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê bersiv da Erdogan û wiha got: “Her roj li qadan û li ser ekranên televîzyonan tu min tewanbar dikî. Liv ir dest û milê min girêdayî ne. Lê dîsa jî tu li pey min diaxivî. Lê belê qey tu dibêjî dest û milê gel jî girêdayî ne? Gel dê di sindoqên hilbijartina 24’ê Hezîranê de berisva te heq kiriye bide te.”