DYA û Îranê êrişî hev kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî DYA’yê li Îranê navendên leşkerî bombebaran kir. Îranê jî diyar kir ku li beramberî êrişan êrişê balafirên DYA’yê û 12 navendên leşkerî yên li herêmê kiriye. 

 
Çend saet piştî gefên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku gotibû eger lihevkirina aştiyê çênebe dê êrişên zêdetir pêk bîne, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê berbanga îro pêleke nû ya êrişên hewayî li dijî Îranê pêk anî. 
 
Di daxuyaniya CENTCOM‘ê de hat diyarkirin ku li tesîsên çavdêriya leşkerî, pergala peywendiyan û gelek baregehên parastina hewayî hatin hedefkirin.
 
Medyaya Îranê jî aşkera kir ku li bajarê Sîrîk ê peravê dengê teqînan hate bihîstin û li rojavayê Tehranê jî pergala parastina hewayî hat aktîfkirin.
 
Piştî derbeyên DYA’yê, Fermandariya Leşkerî ya Bilind a Hevbeş a Îran (Baregeha Xatim El Enbiya) girtina Tengava Hurmuzê li pêşiya trafîka keştiyên bazirganî û barhilgirên petrolê ragihand. Fermandariyê gef xwar ku çi keştiya ku hewl bide di tengavê re derbas bibe dê were hedefkirin. Lê artêşa DYA’yê da zanîn ku trafîka bazirganiyê di tengavê re dewam dike.
 
Medyaya îranî ragihand ku Tehranê wek bersivek li dijî operasyonên leşkerî yên DYA’yê yên li dijî wê, êrişî Fîloya 5‘emîn a amerîkî ya li Behreynê kiriye.
 
Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand ku ji ber gefên êrişên bi mûşekan ên muhtemel, sîrenan lê dane. Wezaretê bang li welatiyan kir ku pabendî talîmatên ewlehiyê bibin û ber bi cihên ewle ve biçin.
 
Artêşa Kuweytê jî ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî bersiv da hedefên hewayî yên dijmin. Rayedarên Kuweytê jî biryar da ku qada hewayî bi demkî bigirin û geştên hewayî veguhêzin balafirgehên alternatîf.
 
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand wan wek bersiva êrişên DYA’yê, bi 12 mûşekên balîstîk êrişî baregeha hewayî ya Ezreq a li Urdunê kirine û hin balafirên şer rûxandine.