NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”
Zextên rejîma Îranê yên li ser gel, bawerî û çandên cuda û muxalîfan roj bi roj girantir dibin. Di vê çarçoveyê de hejmara kesên tên darvekirin her ku diçe zêdetir dibe. Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) Mahmod Amry Moghaddam, têkildarî geşedanên li Îranê ji ajansa me re axivî.
Moghaddam, da zanîn ku ji meha Çileyê heta niha zext hêj zêdetir bûne û got: “Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin girtin. Ev girtin hem di dema şer de hem jî di dema agirbestê de çêbûn. Her wiha bi destpêkirina şer re darvekirin hinek sekinînin lê piştî 18’ê Adarê dîsa dest pê kirin. Ji wê demê ve gelek kes hatin darvekirin. Cara ewil e dibînin di demekî ewqas kin de ewqas girtiyên siyasî tên darvekirin. Di nava 20 salên dawî de me tiştekî wiha nedîtiye. Rayedar, rewşa şer li dijî gel weke amûrekî bi kar tînin. Ji bo wan gefa esasî ne bombeyên DYA û Îsraîlê, gelê Îranê bi xwe ye.”
DORA 20 HEZAR GIRTIYÊN SIYASÎ HENE
Moghaddam, got ku hejmara girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de tam nayê zanîn lê tenê piştî protestoyan zêdetirî 15 hezar kesên tev li protestoyan bûne hatine girtin. Moghaddam, got: “Em nizanin ji van çend jê hatine berdan. Ji destpêka şer heta niha dora 4 hezar kes hatine girtin. Her kesên bi îdiaya ‘ewlehiyê’ tên tawanbarkirin di Dadgehên Şoreşê ya Îranê de tên darizandin. Ev kes mecbûr in ku parêzerên xwe ji lîsteya darazê dane hilbijêrin. Gelek ji wan piştî girtinê nikarin xwe bigihînin parêzerên xwe. Piraniya girtiyan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, îşkence lê tê kirin û îtîrafkarî lê tê ferzkirin. Piştî îtîrafê jî ji lîsteyê parêzerek tê tayînkirin û êdî tiştek ji dest nayê. Daraza Îranê ne serbixwe ye. Bi taybet jî Dadgehên Şoreşê parçeyeke mekanîzmaya zextê ne. Rejîm hewl dide tirsê li ser gel çêbike. Yek ji van rêbazan jî darvekirin in. Dema te kesekê tev li protestoyan bûyî darve kir, tu ji yên din re dibêjî ‘heke dengê xwe bikî dê ev bi serê te were.’ Di dema şer de hemû bal dikeve ser şer û rewşa mafên mirovan di bin siya wê de dimîne. Lewma rayedarên îranî dixwazin şer bidome.”
'ZÛ YAN JÎ DERENG DÊ ÎRAN BIGUHERE’
Moghaddam, da zanîn ku rejîm niha nikare pêdiviyên herî sereke jî pêşwazî bike û wiha axivî: “Li hêla din nelirêtiyên wê derketin holê û gel rejîmê naxwaze. Sedemên protestoyên Çileyê jî ev nelirêtiye bûn. Lê rejîmê bi hezaran çalakvan kuşt. Rejîma ku êdî tu tiştekî bide gel nemîne, hewl dide bi rêya tirsê xwe li ser pêyan bigire. Cezayê mirinê jî amûra bingehîn a vê tirsê ye. Ma ev dê heta ku derê bidome? Ev 47 sal in didomînin. Lê tu caran krîzeke wiha mezin nejiya bûn. Sedema vê jî nerewatiya wan a di nava civakê de ye. Lewma zû yan jî dereng dê teqez guhertin çêbibe. Lê zehmet e mirov texmîn bike di nava şer de dem û çawaniya wê dê çawa be. Di dema şer de û agirbestê de jî rejîmê mijarên weke demokratîkbûn, berdana girtiyên siyasî û sekinandina darvekirin nexistiye rojeva xwe. Ev yek nîşan dide ku dê piştî şer jî zext bidomin.”
'BI AWAYEKÎ FORMALÎTE DIDARIZÎNIN’
Bi domdarî Moghaddam diyar kir ku têkildarî darizandinên demdirêj ên li Îranê de agahî li ber destê wan nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Agahiyên bisînor in, ji ber ku rayedarên Îranî didin. Em hewl didin bi çavkaniyên xwe re pêwendiyan deynin lê pir dereng dibe. Tenê hin kes dikarin înternetê bi kar bînin. Rewşa telefonan jî heman e. Çavkaniyên me hene lê xwegihandina wan pir zehmet û xetere ye. Dema ev hate ferqkirin cezayên giran lê tên birîn. Heta tên darvekirin. Rewşa mafên mirovan a li Îranê û cezayên darvekirinê divê di navenda hemû cureyên muzakereyan de be. Rejîm dixwaze bal tenê li ser şer be û zexta wê neyê dîtin.”
MA / Ceylan Şahînlî