NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.
Di 8’ê Çileya îsal de li paytexta Îranê Tehranê 7 hemşîreyên li Nexweşxaneya Dil a Rajaeiyê dixebitîn, bi hinceta ku kesên di çalakiyên protestoyî yên li dijî rejîmê de birîndar bûn tedawî kirine, hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji hemşîreyên hatine binçavkirin 2 jin di bin çavan de rastî îşkence û tecawiza sîstematîk hatine. Cenazeyên du hemşîreyên mêr jî di 9’ê Çileyê de radestî malbatên wan hatin kirin.
Li gorî rapora ji hêla Enstîtuya E-Hînbûn a Civaka Sivîl a Îranê (Tavaana) û Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Îranê; îşkenceya behsa xeberê di hemşîreyan de rê li ber encamên neyînî yên fîzîkî û psîkolojîk ên mayinde vekiriye. Di raporê de hate destnîşankirin ku her du hemşîre di bin çavan de gelek caran rastî îşkence û tecawizê hatine. Hat destnîşankirin ku di encama îşkenceyê de hemşîre bi giranî birîndar bûne û qismekê rûviyên wan hatine girtin û niha bi torbeyê kolostomiyê jiyana xwe didomînin. Di raporê de hate gotin ku ev birînên giran, yekser encama îşkence û tecawiza di dema binçavkirinê de ye. Şahidan û çavkaniyên tibbî jî ragihandin ku hemşîre di dema binçavkirinê de rastî tecawiza komî hatine.
QISMEKÊ RÛVIYÊN WÊ HAT GIRTIN
Li gorî raporê; qismekê rûviyên hemşîreyekê hate girtin. Hat gotin ku malzaroka heman hemşîreyê jî pir zêde çiriyaye, heta niha gelek caran hatiye emeliyatkirin û bijîşk dibêjin ku dibe ku tevahiya malzaroka wê were jêkirin. Bi domdarî hat diyarkirin ku hemşîre, ji ber tecawiza komî û îşkenceyê, ji hêla ruhî ve jî têk çûye.
JI BO BERDANÊ PERE JI MALBATÊ HATE STANDIN
Di raporê de hate destnîşankirin ku qismekî rûviyên hemşîreya din jî hatine jêkirin û ji ber ku pir zêde xwîn jê diçû, tevahiya malzaroka vê hemşîreyê jê hatiye kirin. Di raporê de hate gotin ku di bin çavan de zext li hemşîreyê hatiye kirin ku bi peywirdarekî ewlehiyê re “zewaca demkî (muta)” bike û ji bo berdana wê, malbat neçar maye ku pereyeke zêde bidin peywirdarê îstîxbaratê.