NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku nûçeyên pûç ên ji hêla Fox News û Axios DYA'yê ve hatine belavkirin ku gotibûn "bi hezaran hêzên Kurd ên Iraqê ji bo destpêkirina operasyoneke bejayî derbasî Îranê bûne", derew derketin. Partiyên Kurd, mijarê derewandin û çapemeniya cîhanê jî nûçeyên di vî warî de paş ve kişandin.
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê didomin. Ligel şer, bi nûçeyên spekulatîf tê xwestin ku raya giştî agahiyên şaş wergire. Fox News û Axios ên DYA'yê di 4'ê Adara 2026'an saet di 23.00'yan de, nûçeyeke wekî "bi hezaran Kurdên Iraqê derbasî Îranê bûne û êrîşeke bejayî dane destpêkirin" ku spartin rayedarekî Amerîkî yê navê wî nehat eşkerekirin, serwîs kirin.
Fox News ku vê vê nûçeyê bi weşanên zindî û mêvanên pispor destke kir, di demeke kurt de li ser medyaya sanal û çapemeniya avneteweyî de veguherî dezenformasyoneke gerdûnî.
PARTIYÊN KURD HEDEF HATIN GIRTIN
Çapemeniya sereke û alîgirê hikûmetê li Tirkiyeyê jî ev dezenformasyona gerdûnî, bi hedefgirtina partiyên Kurd, zêde kir. Rûdaw, têkildarî mijarê xwe gihand partiyên Kurd yên Rojhilatê. Rûdaw, rasterast bi rayedarên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (I-KDP), Civaka Karkerên Kurdistanê (Komela) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) re têkilî danî.
DEREWANDIN
Hemû partîyên Rojhilatê bi awayekî tund îdiayan red kirin û diyar kirin ku tu hêz ji bo Îran an Rojhilatê Kurdistanê nehatine şandin. Fox News û Axios ku nûçeyên derew belav kiribûn, paşê naveroka wan jêbirin.
Hevpeymaniya partîyên Kurd ên Rojhilatê, di daxuyaniyên xwe yên heta niha de, girîngiya piştgirîya raya giştî ji beşdarbûna rasterast a leşkerî zêdetir tekez dike û bang li gelê Rojhilat dike.