Li Îranê 3 hezar û 767 kes hatin binçavkirin 2026-04-22 16:18:00   NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka şerê DYA-Îranê ve, zêdetirî 3 hezar welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa gelek ji wan ne diyar e.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê rejîma Îranê ve raporek belav kir.   Li gorî raporta rêxistinê, bi destpêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê re, rejîma Îranê heta niha herî kêm 3 hezar û 464 welatî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê binçavkiriye. Ji vê hejmarê, 767 kes piştî ragihandina agirbesta navbera Amerîka û Îranê hatine binçavkirin.   Li gorî raporê çarenûsa gelek kesan nediyare, malbat nizanin ka xizmên wan li ku derê têne ragirtin û rewşa dozên wan di çi astê de ye.   Hêjayî gotinê ye ev di demekê de ye ku beriya niha Wezareta Îstîxbarata Îranê lixwe mikur hatibû ku polîs, asayîş û Pasdarên Şoreşê di girtina van kesan de rol lîstine. Her wiha hatibû ragihandin ku dozgeriya giştî û saziyên dadwerî berpirsê fermanên van girtinan in.