Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne 2025-12-19 09:11:45 COLEMÊRG - Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê ku çavkaniyên avê yên girîng ji bo Geverê ne û Çemê Zapê xwedî dikin, bi gefên projeyên HES'ê re rû bi rû ne. Her çend ji bo Rûbarêşînê biryara "ÇED erênî ye" hatibe dayîn jî, ji bo Çemê Sergenê projeyeke HES'ê hat amadekirin. Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê ku li navçeya Gever a Colemêrgê ne û di nav çavkaniyên avê yên herî dewlemend ên herêmê de ne, ji ber projeyên santrala hîdroelektrîkê (HES) di bin gefê de ne. Ji bo HES a Rûbarêşînê ku tê plankirin li ser rûbarê Rûbarêşînê were çêkirin, biryara Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ya erênî hat dayîn. Her wiha li ser robarê Sergenê ku di nav sînorên 9 gundan de ye, dê projeyeke HES'ê were bicîhanîn.   Şîrketa Ceykan Enerjiyê plan dike ku li ser robarê Rûbarêşînê ku ji herêma Oramar a Geverê diherike nav Çemê Zapê, dê santraleke hîdroelektrîkê ya 45 MW ava bike. Proje, bi lêçûneke 325 milyon TL, ne tenê bendav û santralek elektrîkê, di heman demê de tesîseke hêrandin, parzûnkirin û şûştinê û tesîseke betona hazir jî vedihewîne. Tê plankirin ku tesîsa hêrandin, parzûnkirin û şûştinê salane 400 hezar ton amûr bi kar bîne. Proje ku dê bibe sedema harfiyat, toz û qelebalixiyê û zirarê bide jîngehê, dê betonê bi sîlindireke 57 heft metre bilind birijîne. Ava ku li santrala hîdroelektrîkê tê berhevkirin, dê ber bi tuneleke pola ve bi qasî 265 metre dirêj û 5.60 metre fireh ve were kanalîzekirin. Di dawiya tunelê de, dê bi firehiya 5,10 metreyan û odeyeke vaneyê were çêkirin. Ji wir, av dê bi rêya lûleyeke bi dirêjahiya 131.25 metre û firehiya 5.10 metreyan ber bi avahiya santrala elektrîkê ve were veguhastin ku li asta ava paşîn a 995 metreyan e. Tê diyarkirin ku av, piştî ku enerjiya wê were derxistin, dê dîsa vegere çem. Lêbelê, di vê pêvajoyê de beşeke mezin ji çem dê ziwa bibe. Tê aramnackirin ku hilberîna enerjiyê ya salane 85.93 GWh be.    LI ÇEMÊ SERGENÊ JÎ HES TÊ ÇÊKIRIN   Şîrketa SMS Yatirimê li ser rûbarê Sergenê ku di gundê Şîtazin ê Geverê re derbas dibe, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) çêdike. Lêçûna projeyê bi qasî 144 milyon TL ye. Santrala ku li ser Çemê Sergenê were çêkirin dê kapasîteya wê 8,200 MWm-7,954 MWe be. Proje pêşbînî dike ku salane 20,315 GWh hilberîna enerjiyê çêbike. Avakirina HES'ê li Sergenê dê ji bo gundên Şîtazin, Kilavûz, Taşalan, Besitkê, Danida, Baştazîn, Akar, Suratli, Ayir û Haciyan ku çem ji wan derbas dibe, bibe sedema texrîbkirina ekolojiyê û kêmbûna avê.    Çemên Rûbarêşîn û Sergenê ji bo gelê herêmê çavkaniya sereke ya ava vexwarinê, çandinî û ajalan in. Tê payîn ku avakirina HES li ser van çeman gihîştina avê sînordar bike. Tê payîn ku ev gihîştina sînordar bandoreke neyînî li ser ajalên herêmê bike. Tê pêşbînîkirin ku projeyên HES ên li ser çemên Rûbarêşîn û Sergenê dê bibin sedema kêmbûna çavkaniyên avê yên Geverê ku bi rengekî bêveger zirarê dide hevsengiya ekolojîk a herêmê.   MA / Zeynep Durgut