ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên guncav ên li gorî rola wî ya di pêvajoyê de werin amadekirin û bang li deshilatê kir ku pêvajoyê dereng nexe.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê der barê geşedanên di rojevê de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşeke cuda heye û destnîşan kir ku piştî biryara ‘Betalkirina Teqez’ a li hemberî CHP’ê gelek pêngavên ku pergala Tirkiyeyê veguherîne, hatine avêtin û wiha got: “Yek ji van pêngavan jî pakêta darazê ya 12’yan e. Demeke dirêj e li Tirkiyeyê hîn pêşnûmeyên qanûnan, bi awayekî veşartî pêşkêşî çapemeniyê tê kirin. Li ser vî tiştî dixwazin nêzîkatiya raya giştî çi ye, bizanibin. Derbarê mijarên ku dibin sedema înfîalê de gav paşde tê avêtin û belavî demê dibe. Piştre em dibînin bi awayekî cuda tê guhertin û dubare pêşkêşî Meclisê yan jî raya giştî tê kirin.”
‘DIXWAZIN CIVAKÊ DÎZAYN BIKIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku rê û rêbazên ji bo derxistina qanûnan ne pêvajoya çêkirina qanûnên demokratîk in û wiha pêde çû: “Ev qanûn maf û azadiya civakê kêmtir dike. Li ser van qanûnan rê li hember kî welatiyek baş e, maf û azadiya kî dê were sînordarkirin, pêşiya kî bê vekirin û pêşiya kî bê girtin, tê vekirin. Bi vî awayî dixwazin hem qada siyasî, hem qada civakî hem jî pergala hiqûqî dîzayn bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin bal bikişînin sernavên di nav pakêta 12an de cih digirin.”
EV GUHERÎN JINAN NEÇARÎ ZEWA BITUNDÎ DIKE
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê nafakayê de ji bo jinan windahiyeke mezin e û got ku ev guherîn jinan neçarî mayîna di nava girêdana zewacê ya bitundiyê dike û wan dixe nava xizaniyê.
‘PÊDIVIYA MECLISÊ BI XEBATA JI BO AŞTIYÊ HEYE’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk de ye û wiha axivî: “Bendewariya esasî ya me, civaka me û gelên me ew e ku ev pêvajo bi çarçoveyeke qanûnî şênber bibe û bi pêş ve biçe. Bêguman navnîşana îro ya çareseriyê siyaseta demokratîk û Meclis e. Ji ber vê jî beriya ku Meclis bê girtin, divê çarçoveya qanûnî ya pêwîst, verastkirina qanûnî bi lez bixe rojeva xwe û qanûna ku rêzdar Ocalan weke qanûna şaneya esasî yan jî qanûna taybet bi nav dike, tavilê pêşkêşî Meclisê bê kirin û bibe qanûn. Ji bo pêvajo bi hiqûqî misoger bibe divê Meclîs gavan biavêje. Rapora komîsyonoê nexşerêyekê datîne holê. Pêwîstî pê heye ku ev nexşerê bi lez bikeve pratîkê. Meclisa ku rapor lê hate nivîsandin, di heman demê de divê bibe ew cih ku qanûna çareseriyê lê bê axaftin, nîqaşkirin û amadekirin. Girîng e Meclis di vê pêvajoyê de bi xurtî rola xwe bi cih bîne, beriya bikeve betlaneyê divê bi lez gavê biavêje. Pêwîstiya aştiyê bi qanûnê, pêwîstiya Meclisê jî bi xebata ji bo aştiyê heye.”
Herwiha Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser mafê hêviyê û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî gelekî girîng e ku 'mafê hêviyê' bê sepandin. Ev yek di heman demê de rêgeza azadiyê û bingehîn e. Amadekirina şert û mercên guncav ên li gorî rola rêzdar Ocalan a di pêvajoya çareseriya demokratîk û muzakereyê de ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk şertê bingehîn e. Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê desthilatê. Divê desthilat êdî pêvajoyê dereng nexe û bi lez salnameyê aşkera bike û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê bi raya giştî re parve bike.”