ENQERE - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî, diyar kir ku du rê li benda CHP'ê ne û got ku ya dê meseleya xwe ya navxweyî bi hiqûqê û aqlê selîm çareser bike an jî wê girêka ku bi destê xw eçêkiriye bike barekî nû li ser milê gel.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Devlet Bahçelî bal kişand ser geşedanên li herêmê û got ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Di nav van geşedanan de careke din derket holê ku armanca pêvajoya Tirkiyeya ‘bêteror’ çiqas girîng e. Ev pêvajo xurtkirina çepera hûndirîn a Tirkiyeyê ye. Ev pêvajo li dijî planên hêzên emperyalist e. Pêvajo berdewam dike lê planên sabotajê yên li dijî pêvajoyê jî hene. Divê em pêvajoyê biparêzin û hesabên kesên xiyanetkar pûç bikin. Bi pêvajoyê em dixwazin aramiya welat û yekîtiya welatiyan pêk bînin. Em mecbîr in ku çepera hundir xurt bikin. Ev pêvajo di heman demê de ewlehiya neteweyî ye.”
Devlet Bahçelî destnîşan kir ku pêvajo dê heta dawiyê berdewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo li dijî planên hêzên hegemon mecbûriyetek dîrokî ye û ji ber vê jî dê heta dawiyê berdewam bike. Yên ku duh ev pêvajo berovajî dikirin divê îro ji ber gotinên xwe yên li dijî pêvajoyê şerm bikin. Em ê li ber kesên li dijî hiqûqa me ya biratiyê ne biryardariya xwe bidomînin.”
Devlet Bahçelî derbarê biryara "Batalkirina teqez" a der barê CHP'ê de û aloziya di navbera CHP'ê de jî axivî û wiha got: “CHPê îro bûyê 2 beş. Ev yek ji bo siberoja muxalefetê fikaran derdixe. Ya ku dikeve ser milê birêz Ozgur Ozel ew e ku ne bi awayekî tûj lê bi awayekî aqilane vê pêvajoyê bi rê ve bibe.”
Bahçelî iyar kir ku du rê li benda CHP'ê ne û got ku ya dê meseleya xwe ya navxweyî bi hiqûqê û aqlê selîm çareser bike an jî wê girêka ku bi destê xw eçêkiriye bike barekî nû li ser milê gel.