DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin 2025-10-08 13:30:24   ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî îtîraza Wezareta Dadê ya li dijî biryara DMME’yê ya der heqê Demîrtaş de da û got ku îktîdar li şûna biryaran bicih bîne, bi lîstikan hewl dide demê qezenc bike.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û wekîlên partiyê, têkildarî îtîraza li dijî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der heqê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş de dabû, li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî dan û bertek nîşan dan. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got ku ew bi sepanên ku welat veguherandine girtîgehê, her tiştên bi navê hiqûqê hatine tunekirin re rû bi rû ne û got: “Li pişt van sepanan jî kî heye? Wezîrê Dadê û hikûmeta AKP’ê hene.”    LÎSTIKÊN HIQÛQÎ   Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got: “Hevalên me bi sala ye ji ber doza kompasê ya Kobanê bi awayekî derhiqûqî girtî ne. Birêz Demîrtaş, birêz Yuksekdag û hemû hevalên me di encama vê doza siyasî de girtî ne. Ne tenê em, DMME’yê bi xwe got ku bi vê dozê re hemû rêgezên bingehîn ên PMME’yê hatine binpêkirin. Lê wezaret û hikûmet, li şûna van biryaran bicih bînin, bi lîstikên hiqûqî hewl didin demê qezenc bikin û weke ku hiqûq hebe nîşan bidin. Wezareta Dadê li dijî biryara DMME’yê ya der heqê Demîrtaş de ku cara sêyemîne tê dayin, îtîraz kir. Anku dema biryara sêyemîn pêşkeşî dadgehê hate kirin, ji bo ku bi hinceta biryar teqez nebûye neyê berdan wiha kirin. Heke mesele biryarên teqez bin, du biryarên teqezbûyî yên Daîreya Mezin a DMME’yê hene.    FIKARÊN GEL ZÊDE DIBIN   Gelê me ji me re dibêje; ‘Hem behsa aştî û demokrasiyê dikin hem jî Demîrtaş, Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê bernadin. Ev dê aştiyeke çawa be?’ Em jî vê pirsê ji hikûmetê dikin. Ya ku hatiye kirin, israra di bêhiqûqtiyê de ye. Heqîqetek heye ku tişta DAIŞ’ê nekarî bike AKP bi Doza Kobanê dike. Dê têkoşîna me ya li dijî vê israrê bidome. Em careke din bang dikin û dibêjin ku ji vê bêhiqûqiyê vegerin, rêgezên gerdûnî pêk bînin û biryarên DMME’yê cîbicî bikin.”   TEMELLÎ: SERLÊDANA XWE PAŞVE VEKIŞÎNIN   Sezaî Temellî jî got: “Ev ne hiqûq e, kompas e. Em dixwazin Wezareta Dadê îtîraza xwe paşve vekişîne. Em qebûl nakin ku Wezareta Dadê bi xwe vê pêvajoya aştiyê ku bi fedekarî û berpirsyartiyeke mezin em birêve dibin, jehrî dike. Divê Wezareta Dadê vê serlêdanê tavilê paşve bikişîne.”