OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê

  • rojane
  • 18:37 22 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE- Şaxa OHD'ê ya Enqereyê rapora ku der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn de amade kir parve kir û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di girtîgehên Tirkiyeyê de serbestberdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin û ev rewş veguheriye ji bo girtiyên siyasî veguherite pergala îşkenceyê. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kir, li avahiya komeleyê eşkere kir. Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan daxuyaniyê xwend.
 
Çîgdem Kozanê got: "Di vê pêvajoya ku mafê hêviyê û efûya giştî tê gengeşekirin de, li gorî daneyên Wezareta Dadê, li girtîgehên Tirkiyeyê mafê berdana 8 hezar û 521 girtiyan tê astengkirin."
 
PÊKANÎNÊN KÊFÎ
 
Çîgdem Kozanê diyar kir ku bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê re tecrîda qanûnî li girtiyên siyasî tê ferzkirin û wiha got: “Divê kêmasî û bêhiqûqiya cihêkariyê ya di înfazê de, pêkanînên kêfî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê, ferzkirina poşmanîtiyê û astengkirina azadiya girtiyan a bi destê lijneyên kletine şuna dadgehan bên bilêvkirin."
 
Çîgdem Kozanê bal kişand ser girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dibin û girtiyên nexweş û got ku li girtîgehan mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. 
 
Çîgdem Kozanê destnîşan kir ku biryarên kêfî û li dijî hiqûqê yên lijneyên îdare û çavdêriyê ji bo girtiyên siyasî yên berdana wan tê astengkirin veguheriye pergala îşkenceyê û bang li Meclisê kir ku erka xwe bi cih bîne.