4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin

  • rojane
  • 22:17 7 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - 4 kesên li Êlihê beşdarî çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm bûbûn û bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
Çar kesên ku li Êlihê di protestoyên li dijî tayinkirina qeyûm a li şaredariyan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
 
Li Êlihê di 4’ê Mijdarê rojnamevan Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya, endamê Meclisa Şaredariyê Êlihê Ozdemîr Çelîk û Hevseroka berê ya bajarokê Awiskê ya girêdayî Qûbinê û Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş yê ku rastî îşkenceya polîsan hatibûn û hatibûn binçavkirin, pîştî îfadeyan ew anîn Dadgeha Êlihê.
 
Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya, Ozdemîr Çelîk ve Hatice Taş, piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê bi sûcdarkirina “berxwedana li dijî wezîfeyê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Der barê her çar kesan de li Dadgeriya Cezayê Sulhê bi heman hincetê biryara girtinê hat dayîn.