Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire

  • rojane
  • 16:06 7 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li Rihayê di şînekê de axivî û wiha got: “Em ji bo aştiyeke birûmet têdikoşin. Divê dewlet bi destê birêz Ocalan ê ji bo aştiyê dirêj kiriye bigire.” 

Ji bo endama HPG’ê Ayşe Dagdelen ku di êrişeke 2019’an a li Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, li mala malbata wê ya li navçeya Wêranşar a Rihayê şîn hate dayin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên KATDER’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê hatin serdana şînê. 
 
'DIVÊ BI MUXATAB RE BÊ AXAFTIN’
 
Parlamenter Omer Ocalan piştî rêzgirtin û xwendina duayan axivî. Ocalan, got ku divê êş bi dawî bibin û aştiyeke birûmet pêk bê. Ocalan, wiha domand: “Bi sala ye ji bo ev êş bi dawî bibin em têdikoşin. Divê ev şerê bi sala ye didome bi aştiyeke birûmet bê bidawîkirin. Di çanda kurdan de şîn xwedî cihekî girîng e. Li vir êş heye lê bi sedan polîsan ev der dorpêç kirine.” 
 
Ocalan, bi domdarî wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin demek berê ez çûm hevdîtina birêz Ocalan. Birêz Ocalan got; ‘Ez ji bo aştî û çareseriyê amade me.’ Gelek xwîn rijiya û divê ev êş bi dawî bibe. Tiştekî rast nîne ku pêşiya şînê were girtin. Gelê me înkar, pişaftin û tunehesibandin qebûl nekir û dê neke. Lewma jî divê bi destê aştiyê yê birêz Ocalan dirêj kiriye bigirin. Kurd bi kuştinê xelas nabin. Divê em destê aştiyê xurt bikin. Divê rojek beriya rojekê bersiva vê daxwaza aştiyê were dayin. Divê tavilê bi muxatabên aştiyê re were axaftin.” 
 
Axaftin, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 
Malbat dê 3 rojan şîna xwe bidomîne.