Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome

  • rojane
  • 12:41 6 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê didome. Berxwedan dê bi meşeke ji sê milan ve bidome. 

 
Berxwedana gelê Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê didome. Tevî êrişên polîsan jî ciwan kolanan bernadin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” berxwedana xwe didomînin. 
 
JI SÊ ALIYAN VE DÊ MEŞ WERE LIDARXISTIN
 
Girseya ku li 3 noqteyên bajar kom bûyî, dê saet di 13.00’ê de ber bi Cadeya Gulistanê ve bimeşe. Meş dê li pêşiya Gok Taksî ya li ser Cadeya Seyîd Bîlal were destpêkirin. Hevşaredar Gulistan Sonuk, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî û parlamenter Sumeyye Boz û Mahmûd Dundar dê tev li bibin. 
 
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik û parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça û Omer Faruk Hûlakû jî dê tevî girseya li Parka Yilmaz Guney bimeşin. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenter Sebahat Saritaş û Serhat Eren jî dê tev li girseya li Taxa Kulturê bibin. 
 
Meş dê ji sê aliyan ve dest pê bike û girse dê li Cadeya Gulistanê bigihijin hev. Ji wir jî dê ber bi Şaredariya Êlihê ve meş were lidarxistin.