Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan

  • rojane
  • 22:15 5 Mijdar 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Gelê Qoserê bi sirûda “Herne Pêş" desteserkirina îradeyê şermezar kir.
 
Çalakiyên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê dest pê kirin, dewam dikin. Li taxa Biriket a navçeya Qoserê ya Mêrdînê gel bi sirûda “Herne Pêş” meşiyan. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Kamûran Tarhan û Onûr Duşunmez jî beşdarî meşê bûn.
 
Girseyê pankarta “Qeyim darbe ye, dest nede vîna min" vekir û li Kolana Elbeylî dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyim wê biçin, em ê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Li çiyayan negerin Apoyî li her derê ne” û “Ji berxwedêrên Êlihê re hezar silav" hatin berzkirin. 
 
Gel li kolana 848’an meşa xwe berdewam kir û ber bi Kolana Bîriketxanê ve meşiya. Gel di tevahiya meşê de stranên berxwedanê gotin û bi sirûda “Herne Pêş” dawî li çalakiya xwe anî.