Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide

  • rojane
  • 15:59 5 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir. Rojnameger Pelşîn Çetînkaya hate derbkirin û binçavkirin. 

Polîsan êrişî girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê kir ku tayînkirina qeyûman protesto dikir. Polîsan ji ewil bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girseyê kir û li ser vê yekê bûyer derketin. Girseyê li hinek deveran berîqet danîn û li dijî polîsan dest bi berxwedanê kirin. Bûyer, li kolanên bajar belav bû. 
 
Nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ku di dema êrişa polîsan de nûçe dişopand, hate derbkirin û binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsan Çetînkaya li erdê kaş kirin. Di heman demê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akuren jî hate binçavkirin.