Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’

  • rojane
  • 11:40 5 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî bi şertê ku Abdullah Ocalan “fesxkirina rêxistinê” xwest bê Komcivîna DEM Partiyê û got: “Ez li pişt gotina xwe me. Ez di pêşniyara xwe de bi israr im.” 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxandin. Bahçelî carek din di axaftina xwe de bang li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê dibin tecrîdê de ye kir û got: “Bêje ku rêxistinê fesx kiriye.” 
 
Bahçelî xwest ku Abdullah Ocalan were Komcivîna DEM Partiyê û bila bangê bike. Bahçelî got: “Heke ku bêje rêxistin hatiye fesxkirin, ez li pişt gotina xwe ya bila were Grûba DEM’ê me. Ez di pêşniyara xwe de bi israr im. Ji qehrên hatine kişandin wê gelek îhtîmal derkevin.”