Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin

  • rojane
  • 11:39 5 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Derheqê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û hate girtin, bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin. 

 
Şaredarê Esenyûrt a Stenbolê Ahmet Ozer ku bi “Lihevkirina Bajar” bi ser ketibû, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Nivîskarê Halk TV’yê Îsmaîl Saymaz ragihand ku derheqê Ozer de di çarçoveya “Qanûna têkildarî pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê ya hejmar 6415’ê” lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin. Hat diyarkirin ku lêpirsîn ji hêla darayî ve tê domandin û li gel mifetişên Wezareta Karên Hundir, dozger Can Tuncay jî di vê mijarê de lêkolînê dike. 
 
Hat zanîn ku îhaleyên piştî Ozer hatî hilbijartin hatine dayin tên lêkolînkirin.