Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê

  • rojane
  • 10:13 5 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li dijî tayînkirina qeyûman dê biçe Mêrdînê û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike. 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dê li dijî tayînkirina qeyûman biçe Mêrdînê û li vir bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike. 
 
Piştî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, Îmamoglû ji bo hevdîtina bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re bi rêya Nivîsgeha TAybet pêwendî bi Navenda Giştî ya DEM Partiyê re danî û xwest îro hevdîtinê bike. Navenda Giştî jî daxwaz bi erênî bersivand û got ku ji ber tayînkirina qeyûman, hevserokên giştî niha li bakurê Kurdistanê ne. 
 
Hat zanîn ku li ser vê yekê Ekrem Îmamoglû biryar da ku ji bo hevdîtina bi Bakirhan û Hatîmogûllari re sibe biçe Mêrdînê. Nehat zanîn bê ka dê Îmamoglû saet di çendê de biçe.